Helbestkar Mizgîn Hesko koça dawî kir

Mizgîn Hesko ya yek ji helbestvanên navdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Mizgîn Hesko ya yek ji helbestvanên navdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh êvarê li bajarê Bielefeld ê Almanyayê koça dawî kir.

Mizgîn Hesko, ku nêzîkî sê salan bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşiya, di dema nexweşiyê de jî hilberîn dewam kir. Mizgîn Hesko, bi 14 pirtûkên xwe yên helbestan, di wêjeya Kurdî de şopeke mayînde hişt.

Mizgîn Hesko kî ye?

Mizgîn Hesko di sala 1973'yan de li Qamişloyê ji dayik bûye, ji sala 1992'yan ve li Elmanyayê dijî. Mizgîn Hesko, ku piştî Komkujiya Helebçeyê yekem helbesta xwe bi zimanê Kurdî nivîsand, bi salan wekî helbestvanek berhemdar hate nasîn. Her wiha bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên wêjeyî yên li dîasporayê jî bû.

Di sala 2022'yan de ji ber xebata xwe hêjayî xelata Şair Tîrêj hate dîtin.

Mizgîn Hesko, ku di sala 2023'yan de du pirtûkên helbestan ên nû da nasîn, di meha Îlonê de pirtûka xwe ya helbestan a 14'emîn bi navê "Ji Ristezara Elindê" çap kir.