Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû

Hejmara xebatkarên Çapemeniya Azad ên li Stenbol û Enqereyê di encama serdegirtinên malan de hatine binçavkirin bû 9 kes.

Navenda Nûçeyan – Li Stenbol û Enqereyê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de hate girtin. Hejmara xebatkarên hatine binçavkirin zêde bû. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkraê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. 

Di serdegirtina li Enqereyê de nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li ya Rihayê de jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 2 jê rojnameger ji bo 3 kesan jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.