Hejmara nû ya kovara Jinê derket

Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Qada cemaweriyê, bêdengî û bêîteatî: Hebûna polîtîk a jinan” derket.

Navenda Nûçeyan –  Hejmara 120’î ya kovara Jinê bi manşeta “Qada cemaweriyê, bêdengî û bêîteatî: Hebûna polîtîk a jinan” derket. Kovarê di vê hejmara xwe de bal kişand ser çalakiyên bêîteatiya sivîl ên jinan ên li dijî zextên polîtîk. 

 Nivîsên di hejmara nû de ev in: 

 *Dema civaka demokratîk difikirî; weke bêîteatiya sivîl teorî-çalakî û jin / Rûşen Seydaoglû

 *Ji Rosayê heta Sakîneyê, exlaqê berxwedanê yê jinan bi bêîteatiya sivîl hûnandî / Kîbriye Evren 

 *Jinên Îranî, bêîteatiya sivîl û guherînên piştî mirina Jîna Emînî / Ilaria Larusso, Margherita Ceserani, William Kingston-Cox, Shahin Modarres - Iran Team / Werger - Zîlan Turgut

 *15-16’ê Hezîran jinûve di meyîn / Oya Açan 

 *Şoreşa nivîskarên jin a di şanoyê de / Berfîn Emektar