Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 38 hezar û 193

Hejmara kesên di êrişên Îsrailê li ser Xezaya ku ev 276 roje bê navber berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane giha 38 hezar û 193’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraiêl li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha berdewam dike.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirûstiya Filistînê hate diyarkirin ku artêşa Îsrailê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cûda yên Xezayê 3 komkujî pêkanî, di êrişan de 40 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan, 75 Filistînî birîndar bûn.

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 38 hezar û 193 kesan, hejmara birîndaran jî giha 87 hezar û 903 kesan.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di bin kavil û li kêleka riyan de cenaze hene û ji ber astengiyên Îsrailê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.