Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de der barê êrîşên Îsraîlê yên 345 roj in li ser Zîvala Xezayê didome de agahî da. Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de li herêmên curbecur ên Xezayê "3 qetlîam" pêk anîn û di van êrîşan de 24 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 57 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir va li ser Zîvala Xezayê pêk hat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 206 û hejmara birîndaran jî bû 95 hezar û 337.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku hêj di bin xirbeyan û li kêleka rê de mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.