Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 90

Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê derbarê rewşa dawî ya êrişên Îsrailê ku di roja 291’an de berdewam dike de bilançoya dawî parve kir. Wezareyê ragihandin ku hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 90

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezaê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bê navber berdewam dike. Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsrailê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cûda yên Xezayê 8 komkujî pêk aniye û di van êrişan de 84 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 329 kes jî birîndar bûne. 

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dane bû 39 hezar û 90, hejmara birîndaran jî bû 90 hezar û 147.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hê di bin xirbe û li kêleka riyan cenaze hene, ji ber astengiyan tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.