Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 295

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 295.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî da li herêmên curbecur ên Xezayê 4 "komkujî" pêk anîne û di van êrîşan de 52 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 208 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên ku li ser Xezayê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dane bûye 38 hezar û 295 û hejmara birîndaran jî bûye 88 hezar û 241. Her wiha hat diyarkirin ku hê jî di bin kavilan de û li kêleka rê cenaze hene.