Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 272

Hejmara kesên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 272.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daneyên heyî yên der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê parvekir. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê ev 223 roj in êrîşên xwe yên li ser Zivala Xezayê didomîne û di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de 4 qetlîam hatine kirin, 39 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest danê û 64 Filistînî jî birîndar bûne.

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Zivala Xezayê hatin kirin de derket 35 hezar û 272’an û hejmara birîndaran jî derket 79 hezar û 205’an. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hîn cenaze di bin kavilan de û li ser rê hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.