Beriya Doza Kobanê daxuyanî: Biryar dê ji bo Tirkiyê bibe xaçerêyek

Hevserokên Giştî yê DEM Partî di daxuyaniya beriya danişîna Doza Kobanê de axivîn û bal kişandin biryara ku bê dayîn wê ji bo demokrasiya Tirkiyê xaçerêyek e.

Navenda Nûçeyan- Beriya danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin de daxuyanî hate dayîn. Bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên hiqûqî û gelek kes beşdar bûn.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên weke Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), SYKP, ESP, SODAP, Partiya Şoreşger, EHP, TOP, EMEP, CHP, TÎP, Partiya Çep, Partiya Karkerên Şoreşger, Dayikên Aştiyê, KESK, ÎHD, SMF, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewî Bektaşiyan, Halkevlerî, ÇHD, OHD, TOP û Kaldiraçê di daxuyaniyê de cih girtin. 

‘Ev ne dozek hiqûqê ye’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di daxuyaniyê de axivî bal kişand ku Doza Kobanê ne dozek hiqûqiye û wiha got: “Em îro hatin dawiya doza komploya siyasî ya herî mezin a Tirkiyeyê. Hûn jî dişopînin. Ev ne dozeke hiqûqê ye. Dema li naveroka dosyayê hate nêrîn hûn ê bibînin ku tu eleqeya wê bi naveroka dosyayê re nîne. Me ev gelek caran anî ziman. Ev dozeke komployê ku bi şahidên veşartî, bi şiroveyên bi darê zorê, bi siyaseta hatiye amadekirin, ji aliyê erka siyasî ve hatiye arastekirine.”

‘Biryar dê bibe mîlad’

Tuncer Bakirhan da zanîn ku biryara ku di dozê de were dayîn wê bibe mîlad û wiha domand: “Ji bo kesên ku îro qala normalbûnê dikin re Doza Komployê ya Kobanê dê bibe mîladek. Em ê bi rastî jî îro bi hev re bibînin ku ka ji 31’ê Adarê ders hatiye girtin an na. Ez hêvî dikim ku şandeya dadgehê ji erka siyasî bandor nebe.”

‘Ji bo demokrasiya Tirkiye destpêkek nûye’

Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku Doza Kobanê “senaryoyeke bi destê qesrê hatiye nivîsîn e” û wiha got: “Em di vê dozê de têkildarî pêşeroja Tirkiyeyê bibin xwedî fikrek. Belê ev doz, dozeke dîrokî ye. Doza Kobanê doza komployê ye. Me gelek caran bang kir, em dîsa bang dikin; Ji bo ku demokrasiyê 7 qatan di bin erdê de nehêle, hej firsendek heye.

 Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyeke. Ji bo demokratîkbûnê xaçereyeke. An ev biryara di vê dozê de were dayîn dê biryareke li gorî hiqûqê be, di bingeha demokratîk de be an jî dê welatî ber bi tarîtiyê ve bibe. Hêviya me ew e ku qanûn û hiqûq pêk bên. Bila têkildarî Doza Komployê ya Kobanê hevalên me bên beraetkirin. Îro hemû Tirkiye vê dişopîne.

Ez îro ji Almanyayê nû hatim û bi gelek partiyên siyasî û nûnerên hikumetê re hevdîtin kirin. Bawer bikin hemû partiyên siyasî û hikumetên Ewropayê vê biryara vê dozê dişopînin. Em gotina xwe ya dawî wiha bêjin; Doza Kobanê doza komployê ye. Divê biryareke ku edalet were bicihanîn bê dayîn. Hêj jî hêviya me heye.”