Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 226

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 226.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê didome daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 saetên dawîn de di êrîşên hêzên Îsraîlî yên li dijî Zîvala Xezayê de 84 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 106 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 32 hezar û 226 û hejmara birîndaran jî bûye 74 hezar û 518. Hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li ser rêyan da hê jî cenaze hene.