Hejmara kesên li Filistinê jiyana xwe ji dest dan bû 18 hezar û 208

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 18 hezar û 208.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de 208 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê re di êrişên ku di 7’ê Mijdarê de destpê kir re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 18 hezar û 205.