Hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 634

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 634.

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha bênavber didomin. Hejmara Filistîniyên ku di êrişên heta niha de jiyana xwe ji dest dane derket 33 hezar û 634 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku di encama êrişên li ser Zivala Xezayê yên di nava 24 saetên dawî de 89 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 120 jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku heta niha di êrişan de 33 hezar û 634 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 76 hezar û 214 jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê xebatkarên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin cenazeyên di bin kavilan de û  li kêleka rêyan mane.