Hejmara kesên di lehiya li Efganistanê de jiyana xwe ji dest dane bû 400

Li Efganistanê ji ber barana zêde lehî rabû, hejmara kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane bû 400.

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Efganistanê ji hefteya borî heta niha ji ber barana zêde li wîlayeta Baglan, Badahşan û Tahar lehî rabû, bîlançoya felaketê giran dibe. Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane bûye 400.

Hejmara miriyan zêde dibe

Li wîlayeta Faryab hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Berdevkê walîtiya Faryab Îsmetullah Muradî ji TOLO News re axivî û diyar kir ku ji ber lehiyê li wîlayetê herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de zêdeyî 2 hezar donum eraziyê çandiniyê nayê bikaranîn, zêdeyî hezar malan xisar dîtine û zêdeyî 300 lawir telef bûne.

Li aliyê din di nava rojê de li wîlayeta Gor ji ber barana zêde lehî rabû û hat ragihandin ku herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes winda ne.