Hejmara kesên di hezaza li Etiyopyayê de jiyana xwe ji dest dane bûn 229

Hejmara kesên di hezaza li Etiyopyayê de jiyana xwe ji dest dane bûn 229. Fikar heye ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.

Navenda Nûçeyan- Yek ji rayedarên Eyaleta Başûrê Herêmê Alemayehu Bawdî ragihand ku di hezaza li devera Gofa ku ji ber baranên zêde derketî de, jin û zarok jî di nav de 229 cenaze hatine dîtin.

Bawdî diyar kir ku cenazeyên hatîn dîtin 148 jê mêr û 81 jê jin bûn, her wiha da zanîn ku xebatên lêkolîn û lêgerînê berdewamin.

Bawdî teqez kir ku ji ber ruberê asê û zirav yê herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê gelek hêdî û zehmet bi pêş ve diçin û got ew bi fikarin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

Her wiha Rêveberê Ofîsa Peywendiyan ya Herêma Gofa’yê Kassahun Abayneh jî ragihand ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de gelek endamên tîma rizgarkirinê jî di nava heriyê de asê mane.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di sala 2018’an de li Gofayê di nava du hefteyan de ser hev du caran hezaz rû dabû û di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.