Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 612

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 612.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê bîlançoya roja 427’emîn a êrîşan da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de "3 qetlîamên"  ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê pêk anî de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 95 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir vê li ser Zîvala Xezayê  hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 44 hezar û 612’an  û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 739’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya Îsraîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.