Hejmara kesên di êrişa Moskowê de jiyana xwe ji dest dane giha 137’an

Hejmara kesên di êrişa Moskowê li salona konserê ya Crocus DAIŞ girtî ser xwe de 3’ê jê zarok giha 137 kesan.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Rusya Moskowê di şeva 22’ê Adarê de li salona konserê ya Crocus di komkojiya ku DAIŞ girtî ser xwe de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Di daxuyaniya nivîskî ji aliyê komîteya lêpirsinê ya Rusya ve hatî dayîn de diyarkir ku li salona konserê ya bi navê  ‘Crocus City Hall’ êriş pêkhatî pevçûn berdewam dike.

Hejmara miriyan 3 jê zarok giha 137’an

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tîm di xebatên xirbeyan de xwegihandinê hê zêdetir cenazeyan û wiha hate gotin: “Hejmara kesên di êrişa terorî ya li salona konserê de jiyana xwe ji dest dane 3 jê zarok giha 137 kesan.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di 62 cenazeyan de xebatên diyarkirina nasnameyan temam bûne, derbarê êrişê de ên ku hatine binçavkirin pêvajoya wan a lêpirsînê berdewam dike. 

4 gumanbar wê heta 22’ê Gulanê girtî bin

Bi hinceta ku eriş pêkanîne 11 gumanbarên hatin binçavkirin, 4 ji wan dûh li dadgeha herêma Basmanny ya Moskowê ji sûcê ‘weke endamê komek ya organîze, pêkanîna erişa terorê’ li salonên cûda derketin pêşberî dadgerê. Ji gumanbaran Muhammadsobir Fayzov bi sendelyeyê bi tekel bi hevkariya bijîjk anîn salona dadgehê.

Biryar hate dayîn wê gumanbarên êrişê, welatiyên Tacikistan Dalercon Mirzoyev, Saidakram Murodali Raçabalizoda, Fariduni Şamsidin û Muhammadsobir Fayzov heta 22’ê Gulanê di girtîgehê de girtî bimînin.