Hejmara hilbijêrên Herêma Federe ya Kurdistanê diyar bû

Hat ragihandin ku hejmara hilbijêrên ku dê dengê xwe bidin hilbijartinên parlementoya ku tê plankirin di 20’ê Cotmehê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bê kirin 3 milyon û 789 hezar e.

Navenda Nûçeyan – Di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartinên heyama 6’emîn a parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê tê lidarxistin.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî derbarê geşedan û xebatên herî dawî yên amadekariyên ji bo lidarxistina hilbijartinê de ji medya Iraqê re axivî. Cumane Xelaî diyar kir ku hejmara hilbijêran li ser 3 milyon û 789 hezarî ye û heta niha nasnameyên biyometrîk ên 2 milyon û 901 hezar hilbijêran hatine derxistin.