Hejmara Filistiniyê di êrişên Îsrailê de mirin bû 33 hezar û 843

Êrişên Îsrail li ser Zîvala Xezayê berdewam dike, hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar û 843.

Navenda Nûçeyan - Êrişên artêşa Îsrail li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Filistînê li Xezayê hate dayîn de  hate diyarkirin ku hejmara Filistiniyên di êrişên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane bû 33 hezar û 843.

Wezareta Tenduristiya Filistînê destnîşan kir ku di heman pêvajoyê de 76 hezar û 575 kes jî birîndar bûne û di nava 24 saetan de herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.