Hejmara 59’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara 59’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikvene, vê hefteyê Hejmara 59’emîn a Kovara Jin, bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket. Di vê hejmarê de kovar balê dikişîne ser têkoşîna jinan ka bi piştevaniya jinan çawa xurtir û belavtir dibe.

 Nivîsên di hejmara nû cih girtin wiha ne:

 Di Rêya 3’yemîn a jinan de bandora dîplomasiyê - Hêza tifaqê / Rûşen Seydaoglû

Têkoşîna azadiyê ya yekbûyî ya jinên cîhanê / Delal Erol

Niha dema avakirina jiyana nû ya demokratîk a bi tifaqa jinan e / Canan Çalagan

Tevgera jinên kurd û polîtîkayên tifaqa jinê / Dîlan Dîrayet Taşdemîr

Gelo baviksalarî jinan ji hev parçe dike? Girîngiya piştevanyê / Damini Mehta - Werger: Koma Kovara Jînê

Jinên temenê xwe nîşan didin - Tecrûbeya femînîst a kalbûnê / Hulya Osmanagaoglû