Hejmara 140’an a Kovara Jinê derket

Hejmara 140’an a Kovara Jinê bi berga ‘Ezmûna demokrasiya meclîsê: Beşdariya jinan, siberoja civakê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 140’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin bi berga ‘‘Ezmûna demokrasiya Meclîsê: Beşdariya jinan, siberoja civakê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Kovarê di hejmara xwe ya dawî de diyar kir ku gelek aliyên civakî yên pêvajoyên aştiyê hene û bal kişand ser rola jinan û xebatên komîsyona li meclîsê hatiye avakirin.

Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:

“* Gelo demokrasiya meclîsê têra avakirina civaka demokratîk dike?/Rûşen Seydaoglu

* Ji êşên dembûriyê heta aştiya jinan/ Yasemîn Ozgun

* Nêzikatiyên cuda yên di komîsyonê de hatine îfadekirin û lihevanîna bendewariyan/ Fatma Bostan

* Av Jiyan e, Av Aştî ye: Dengê hevpar ê 2’yemîn Foruma avê ya Mezmopotamya/ Derya Akyol

* Roja Kobanê ya Cîhanî: Ne yên sînoran xêz dikin, yên derbas dikin dîrokê dinivîsînin/ Ayşe Gunay”