HEI: Her roj 2 hezar zarok jiyana xwe ji dest didin

HEI eşkere kir ku her roj 2 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de ji ber qirêjiya hewayê û xwarina kêm jiyana xwe ji dest didin.

Navenda Nûçeyan- Enstîtuya Bandora Tendirustî (HEI) eşkere kir ku her roj 2 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de ji ber qirêjiya hewayê û xwarina kêm jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî lêkolînek nû ya ji aliyê HEI ve hat kirin de, di sala 2021’ê de mirina zêdeyî 8 milyon zarokan ji ber qirêjiya hewayê ketiye qeydan. Her wiha qirêjiya cih jî her diçe zêdetir bandorê li tendirustiyê dike.

Li gorî nûçeya di THE Guardian de cih girt; qirêjiya hewayê, bikaranîna tutunê jî derbas kiriye di asta gerdûnî de bûye sedema herî mezin a mirinê, nifûsa giştî jî di nav de weke faktora metirsiya mirinê piştî tansiyonê di rêza duyemîn de cih digre.

Mirina zarokan li Efrîqayê 100 qat zêdetir e

Qirêjiya hewayê di nava zarokên di bin temenê 5 salî de, ji derveyî kêmxwariniyê faktora duyem a metirsiya mirinê ye.

Rapora Gerdûnî ya Rewşa Hewayê ji aliyê HEI ve di sala 2017’an de hat weşandin û îsal bi Unîcefê re hevpar amade kirin, nîşan dide ku zarokên li welatên xizan rastî hinek bandorên herî xirab tên û zarokên ku di bin temenê 5-6 salî de ji ber qirêjiya hewayê rêjeya mirinê ji piraniya Efrîqayê li gorî welatên dahata wan zêde ye, 100 qat zêdetir e.