Hefteya pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê hat ragihandin

Piştî azadkirina bikujê dû xwîşkên ji Çemçemalê, Yekitiya Jinên Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinê kampanyayek ragihand.

Silêmanî - Yekitiya Jinên Kurdistanê li gel komek rêxistinên din, parêzer û çalakvan li Hola Tewar a bajarê Silêmanî daxuyaniya çapemeniyê dan û heftiya piştgirîkirina kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinan ragihandin.

Piştî belavbûna biryara dadgehê ji bo azadkirina bikujê dû xwîşkên Çemçemal yên bi navê Aware û Hêlîn, Yekitiya Jinan kampanyayek ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinan ragihand û daxwaz kirin ku rêxistinên jinan, dadperwer giştî, mamosta, xwendevan, karmend û ew kesên li dijî bê mafiya ku li jinan tê kirin û li dijî kuştina jinan e beşdarî kampanyayê bibin.

Çi qewimîbû?

Dû xwişkên ku navê wan Hêlîn a 17 salî û Aware ya 19 salî di 6’ê Îlona sala 2020’an de ku şêniyên taxa Şoreş ya bajarokê Çemçemal bû piştî sê roja cenazê wan hate ditîn. Her çendî tewanbarê sereke Helemet bû piştî 7 mehan tewanbar yê F.E.Ş ku bavê wan e di meha Adara 2021’an de xwe radestî polîsan kir û li gor ragihandinek ya polîsên Silêmanî tewanbar hatiye berdan.

Piştî salek û heft mehan doza her dû xwîşkan di 17’ê Nîsanê de li dadgeha Silêmanî hate dîtin, her çendî bavê kujer xwe radestî polîsan kiribû, lê belê piştre tewanbar hate berdan û heta vê demê jî tû gilî li ser kesek din nebû.

12’ê vê mehê, ji ber berdana bikujê dû xwîşkên Çemçemal ji aliyê dadgeha Silêmanî ve hate belavkirin bû sedemê nerazîbûnan.