‘Hedefgirtina navendên tenduristiyê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye’

Hedefgirtina navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û xerakirina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

NORŞAN EBDÊ

Kobanê – Dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, sûcên dijmirovî li dijî gel pêk tîne û navendên tenduristiyê û dibistanan dirûxîne.

Di 20’ê Mijdara meha borî de dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya koronayê ya li Meşta El-Nûr a bajarê Kobanî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexweşxaneya gundê Qermox kir hedef.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîza Îbrahîm diyar kir ku ev ne cara yekemîn e dewleta tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û wiha pê de çû: “Herî dawî jî bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk, têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê û geşkirina tirsê di nava gel de, bi balafirên bê mirov û çekên giran kantona Kobanê kir hedef. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kobanê di helwesta xwe de israr dikin û diyar dikin ku çiqasî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser wan dijwar bin jî ew ê axa xwe neterikînin. Dewleta tirk a dagirker bi hedefgirtina dibistan û nexweşxaneyan armanc dike ku binesaziya herêmê xera bike, li kantona Kobanê gelek navendên tenduristiyê tên hedefgirtin.”

Nexweşxaneya koronayê bi tevahî hat rûxandin

Têkildarî hedefgirtina navendên tenduristiyê Ezîza Îbrahîm wiha got: “Piştî şerê ku li kantona Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê rû da, bajar bi temamî hat rûxandin. Bi şert û mercên dijwar û bi derfetên kêm, bajar ji nû ve hat avakirin. Hejmarek nexweşxane hatine avakirin di nav de nexweşxaneya koronayê jî hebû. Piştî bidawîbûna koronayê dihat plankirin ku wê bikin nexweşxaneya zarokan lê dewleta Tirk niha bi temamî avahiyê wêran kiriye. Her wiha dewleta tirk a dagirker nexweşxaneya li gundê Qermox ê rojhilatê bajêr ku bi awayekî berfireh xizmeta xelkê gundan dike, hedef girt. Divê welatên têkildar û garantor û rêxistinên navneteweyî li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk lêkolînê bikin, ji ber ku hedefgirtina navendên tenduristiyê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Divê cîhan li dijî pêkanînên dagirkeriya Tirk rabe.”

‘Em ê nehêlin dagirkeriya tirk wisa bi rehetî bikeve axa me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye parastin’

Yek ji jinên Kobanê Aliya Mihemed da zanîn ku dewleta tirk pabendî peymana ku bi welatên garantorên agirbestê re îmze kiribû, nekir, ji ber ku armanc ew e herêmên zêdetir dagir bike û wiha got: “Dagirkeriya Tirk li ber çavên hemû cîhanê bi awayekî hovane êrîşî zarokên me dike û wan qetil dike. Em daxwaza azadiya xwe û doza xwe dikin. Bi êrîşên xwe yên hovane yên asîmanî, binesaziya herêmê kir armanc û nexweşxaneyên Kobanê wêran kirin. Em ê nehêlin ku dagirkeriya Tirk şibrek ji axa me ya ku bi xwîna şehîdên ji bo azadiya gelan û bi taybetî azadiya jinan canê xwe feda kirine, dagir bike. Em ê li hemberî her êrîşê li ber xwe bidin û êrîş çiqasî dijwar bin jî em ê dest ji axa xwe bernedin.”

Fatima Seydo bang li welatên garantor kir ku ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deynin û wiha anî ziman: “Ne pêkan e ku em bi hêsanî ax û malên xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bihêlin. Em gav paşve navêjin, ji ber ku baweriya me bi şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk heye ku dê me ji her êrîşan biparêzin. Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî got em ê bi tu awayî xaka xwe neterikînin, li ser vê xakê me bi hezaran şehîd dane û em ê li ber xwe bidin. Rêxistinên mafên mirovan ji êrîşên li ser nexweşxaneyên me li ku ne? Zarokên me ji destpêka êrîşan ve neçûne dibistanan ji ber ku dagirkeriya Tirk dibistan jî hedef girtine, ji ber êrîşên berdewam em ji jiyana zarokên xwe ditirsin.”