‘Hê jî failê Hîlal Kar winda ye û lêpirsînek aktîf nayê meşandin’

Parêzer Eda Kar Burakmak diyar kir ku ji ber lêpirsînek aktîf der barê Mehmed Demîrhan ê Hîlal Kar qetil kir de nayê meşandin, nehatiye girtin. Xwişka Hîlal, Rabia Kar got ku ji bo mirov zirarê nebînin divê fail were girtin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li navçeya Rezana Amedê di roja 23’ê Hezîranê de, Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê xwe yê hevberdayî Mehmet Demîrhan ve hat qetilkirin û failê wê hê nehatiye girtin. Tevî ku di ser bûyerê re zêdeyî du meh derbas bûye jî negirtina fail bûye sedema nerazîbûnan. Parêzerê dosyayê Eda Kar Burakmak û xwişka Hîlal Kar, Rabia Kar diyar kirin ku divê demek ji ya din zûtir were girtin û cezayê herî giran bigre.

‘Beriya bûyerê bi rojan gefa mirinê li Hîlal xwaribû’

Xwişka Hîlal Kar Rabia Kar diyar kir ku xwişka wê bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê dihat û gefa mirinê lê hatibû xwarin. Rabia Kar da zanîn ku kesê bi navê Mehmed Demîrhan destûr nedida xwişka wê bixebite û her dem zext lê dikir û destnîşan kir ku beriya salekê herdu ji hev veqetiyabûn. Rabia Kar destnîşan kir ku ji ber di pêvajoya tundiya sîstematîk de bertek nîşanî bûyerê daye ji aliyê faîl ve gefa mirinê lê hatiye xwarin û wiha got: “Ne tenê xwişka min, bi kuştinê gef li me dixwar. Beriya bûyerê çend rojan, riya xwişka min girt û jê re got, ‘ger kar bikî ez ê te bikujim.’ Ev gef û zext bi salan domiyan. Xwişka min, ji ber ku ditirsiya tiştek çêbibe tiştek nedikir. Hem zarokên xwe û hem jî xwe difikirî. Beriya bûyerê cîrana wê jî anî ziman ku hatiye gef lê xwariye û çûye. Em difikirin ku reviyaye Licê. Tevî evqas dem derbas bûye hê nehatiye girtin. Bi vî awayî ewlehiya canê kesê nîn e.” 

 ‘Li dijî qetliamên li ser jinan ez ê têbikoşim’

Rabia Kar bi gotinên ‘Divê demildest edalet pêk were’ banga girtina fail kir û wiha got: “Ev êş neyê serê kesê, kes fam nake. Berê dema min qetilkirina jinan didît ez pê diêşiyam û min ji bîr dikir. Niha heman tişt hatiye serê me. pênasekirina vê êşê û bêçaretî bi rastî gelek zehmet e. Em dixwazin bêyî ku canê hinek malbatên din biêşe û êdî jin neyên qetilkirin fail cezayê herî giran bigrin. Bila kes di deriyek de neyê û di deriyê din de dernekeve. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Ji bo pêkanîna edaletê divê kujer cezayên giran bigrin. Weke malbat, piştî ku failê yekem hat girtin, me darizandinê şopand. Ji niha şûnde li dijî cînayetên li ser jinan ez ê li her qadê cih bigrim. Ji bo zêdetir jin neyên qetilkirin ez ê têbikoşim.”   

 ‘Belge nexistin dosyayê’

Parêzerê dosyayê Eda Kar Burakmak bal kişand ku ji roja destpêkê ve heta niha di dosyayê de lêpirsînek aktîf nehatiye meşandin û ji ber vê rewşê fail nehatiye girtin û belgeyên di dosyayê de hê nehatine komkirin û got: “Li gorî belgeyên di dosyayê de, gumanbar di roja bûyerê de ketiye texsiyê û li Bulvara Turgut Ozal peya bûye lê belê der barê vê de hê tu qeydên kamerayê li dosyayê zêde nebûne. Di heman demê de tesbîta navê gumanbar û hejmarên telefonê yên aydî xizmên wan û lêkolîna baz a HTS’ê nehatiye kirin. Tevî ku piştî bûyerê me daxwaz kir lêpirsîn were berfirehkirin û belge werin komkirin jî beriya meh û nîvê tenê mala hinek mirovên wan ên li gundê Ortaç ê li navçeya Licê lêkolîn kirin û encamek negirtin. Ev rewş nîşan dide ku lêpirsîn bi awayekî aktîf nayê meşandin.” 

‘Divê rayedar bikevin tevgerê’

Eda Kar ji bo girtina fail bang li rayedaran kir û got: “Ji ber ku lêpirsîn bi awayekî giran tê meşandin, belge nayên komkirin, fikarên ku gumanbar hê di nava welat de xwe vedişêre, yan jî reviyaye derveyî welat hene. Ji bo bê kêmanî komkirina belgeyan û girtina îfadeyan ji bo pêşî li van rewşan were girtin ev tişt xwedî girîngiya jiyanî ye. Di vê xalê de, rayedar di demeke herî nêz de divê lêpirsînek aktîf bidin meşandin. Divê pêvajoya komkirina belgeyan bi lezgînî dest pê bike. Berovajî wê pêkanîna edaletê ne gengaz e û rewşên wiha wê dubare bibin.”