HDP'ê hişyarî da Komîsyona Ekolojiyê
“Li hemberî vê qeyrana ekolojîk a kûr û neveger, ku Tirkiye di nav de ye, pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye.”
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere bi wesîleya 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku bi sernavê " Desthilatdariya ku qeyranên ekolojîk kûr kiriye, kiriye ku veger jê nîne, rûyê wî nîne ku hefteya hawirdorê pîroz bike “ hat weşandin de wiha hat gotin: "Desthilatdariya ku krîzên ekolojîk kûr kiriye, kiriye ku veger jê nîne, mafê xwe nîne ku hefteya hawirdorê pîroz bike. Li her herêma Tirkiyeyê karesaetên ekolojîk rû didin. Li Egeyê, Derya Reş, Marmarayê û Kurdistanê daristan, gund, qadên çandiniyê, çem, çêrgeh bi polîtîkayên talanê yên desthilatdariyê bi maden, înşaet û şîrketên enerjiyê têne wêrankirin.”
Bi dewamî hate destnîşankirin ku pirsgirêkeke giran a ziwatiyê li pêşiya Tirkiyeyê ye û hate gotin, "Li hemberî vê yekê ti tedbîr nehatine girtin. Ji tedbîran wêdetir çavkaniyên avê yên ser û binê erdê ji bo sermayeyê têne çikandin, qirêjkirin û tunekirin.
Qeyrana ekolojîk a ku nayê vegerandin
Li hemberî vê qeyrana ekolojîk a kûr û neveger, ku Tirkiye di nav de ye, pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye. Lê belê ev yek ji desthilatdariyê nayê. Desthilatdar û sermayeya rantê ya çavbirçî ya li dora desthilatdariyê di asta sereke de ji vê yekê berpirsyar e. Yekane tişta ku li Tirkiyeyê li hemberî krîza ekolojîk û krîza avhewayê bê kirin ew e ku desthiladarî û sermayeya çavbirçî destê xwe ji vî welatî bikişîne."