HDK, TJA, DBP û HDP wê li herêmên erdhejê bin

Hevserokên HDK, TJA, DBP û HDP’ê bi boneya çilrojiya erdhejên ku navenda wê Mereşe, ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane wê bejdarî merasîmên bîranînê yên li herêmên erdhejê bibin.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya çilrojiya erdhejên ku navenda wê Mereşe wê li bajaran merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin û bi boneya çil rojiya erdhejê, wê di 17’ê Adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin.

Wê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan û bi beşdariya 6 hevserokên giştî, 19 endamên MYK’a HDP’ê û 33 parlamenteran, bi boneya çilrojiya erdhejê li Hatay, Semsûr, Mereş, Amed, Meletî, Riha, Dîlok û Edeneyê merasîmên bîranînê were lidarxistin.

Wê serdana mexdûrên erdhejê bikin

Wê Hevserokên giştî biçin serdana bajar û navçeyên ku lê erdhejê pêkahîtî bikin. Wê bejdarî biranînên ku li darxistin û mewludan bibin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û parlamenter wê li Hatayê bin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, endamên MYK’a partiyê û parlamenter tevli merasîmên li Semsûrê bibin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên MYK’ê û parlamenter wê li navçeya Bazarcix a Mereşê bin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, endamên MYK’ê û parlamenter li Narli ya Mereşê; Cîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Feleknas Uca û parlamenter jî wê li Elbistanê bin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren û parlamenter wê Meletî, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter wê li Rihayê, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, endamên MYK’ê û parlamenter jî wê li navçeya Islehiye ya Dîlokê bejdarî çalakiyên bîranînê bibin. 

Cîgirên Hevserokên Giştî, endamên MYK’ê û parlamenter  wê li Amed û Edeneyê bejdarî merasîmên biranînê bibin.