Halîde Turkoglu: Parastina şoreşa jinan parastina aştiyê ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di axaftina xwe ya civîna Meclisa Jinan a Partiya xwe de wiha got: “Roj roja mezinkirina piştevaniya bi jinên Rojava re ye. Parastina şoreşa jinan a Rojava, parastina aştiyê ye.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu beriya civînê axivî. 

Halîde Turkoglu, ewil rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Cîhan û Nazim ne tenê ji ber ku heqîqet bi me re parve dikirin, ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ên li Rojava teşhîr dikirin hatin qetilkirin. Dê pênûsa Cîhan û Nazim ên bi kamera û pênûsên xwe şahidiya jinên rojavayî, berxwedana gel kirin li erdê nemîne. Em  li bendê ne ku desthilatdarî têkildarî qetilkirina rojnamegeran daxuyaniyê bide. Em ji ber vê êrişa li dijî rojnamegerên di riya heqîqetê de dibêjin ‘Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin.’ Em endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê yên li Minbicê ji hêla çeteyên SMO’yê yên girêdayî Tirkiyeyê jî bi bîr tînin. Em ê her tim bi jinên li Sûriyeyê dijîn û têkoşîna wan re bin. Em ê destûrê nedin çete, şoreşa jinê ya Rojava di nava tarîtiyê de bifetisînin.”

‘Em ê jiyana azadîxwaziya jinan biparêzin’

Halîde Turkoglû, wiha domand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em her tim li dijî polîtîkayên şer ên desthilatên mêrserdest ên kapîtalîst derketin, me li ber xwe da û piştevanî mezin kir. Bila gumana kesekî jê nebe ku em îro jî bi heman bîr û baweriyê dê xwedî li jiyana azadîxwaziya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin derkevin.

‘Em ê nehêlin çete dîsa zindî bibin

Têkoşîna ji bo bidawîkirina êriş û gefên ser Rojava, rojeva me ya sereke ye. Ji ber ku em baş dizanin ku ev îktîdar van êrişên ser Rojava ji ber dijminatiya li Kurdan dike. Êrişeke li dijî destkeftiyên jina ye. Siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser bingeha vê dijminatiyê ava kiriye. Bila îktîdara siyasî baş bizane ku em ê destûrê nedin ku van êrişan rewa bike. Em ê destûrê nedin ku çeteyên DAIŞ’ê û yên mîna wê ku li Şengal, Kobanê, Rojava komkujiyên jinan kirin, jin kirin kole û li bazaran firotin û sûcên wan bên rewakirin. Em, îktîdara ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne û bi destê çeteyên xwe êrişî jiyana azad û wekhev dike hişyar dikin; dibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo modêla we ya rêveberiyê ya yekperest, zayendperest, milîtarîst gef be lê ji bo me jinên jiyaneke azad û wekhev diparêzin gef nîne.

Jiyana ku jinan, Kurdan, Ereban, Ermenan, Çerkezan, Tirkmenan û baweriyên cuda li wir ava kirin çawa dibe gef? Ev 10 sal in kengî êrişî welat kirine? Em îktîdarê hişyar dikin; xwedîkirina DAIŞ’ê û bermayên wê xwedîkirina yekperestî, zayendperestî û dijminatiya jinan e. Bendewariya we ya ji van çeteyan, welat ber bi karesatê ve dibe. Siyaseta ku dê vî welatî ser pêyan bigire ne siyaseta li ser dijminatiya gelê Kurd û jina ye, siyaseta aştiyê ye.

‘Riya aştiyek bi rûmet rakirina tecrîdê ye’

Rêya avakirina aştiyeke birûmet, rakirina tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan e. Esasgirtina çareseriya pirsgirêka Kurd û vekirina deriyê pêkvejiyanê ye. Vekirina rêya aştiya birûmet, vekirina pêşiya têkoşîn azadî û wekheviyê ya jina ye. Tundî û xizaniya li ser jinan ne bi siyaseta şer lê bi siyaseta aştiyeke birûmet dikare çareser bibe. Siyaseta îktîdara siyasî ya 22 salan ku tecrîd veguherandiye rejîmekê, îflas kiriye.

Biryarên daraza mêr, dibin sedema jiyana jinan. Doza Ayşe Înceyol a salek berê li gundê Azakli yê Têlî yê Mûşê hatibû qetilkirin, nîşaneya vê ya herî pêşçav e. Ayşe, salek berê li naverasta kolanê hate revandin û destdirêjî lê hate kirin. Tevî îfadeyên wê, yên şahidan û rapora tipa edlî jî faîlê tecawizê Cîhan Erol hate berdan. Vî faîlî piştre komkujî pêk anî. Ayşe, bav û kekê wê qetil kir û dayika wê birîndar kir. Kurteya pergala edaletê ya vî welatî, qetilkirina Ayşeyê ye. Ev desthilata ku bi polîtîkayên necezakirinê cisaretê dide faîlan, bi biryarên xwe tundiya li dijî jinan rewa dike.

‘399 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin’

Heke Peymana Stenbolê îro di meriyetê de bûya, dê di 11 mehan de 399 jin nehatine qetilkirin. Yên ku ji bo pêşîlêgirtina van cînayetan qanûnên pêwîst dernexistin û daraz berpirsyarên van cînayetan e. Yên xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin û jin bê parastin hiştin berpirsyarên van cînayetan e....  Em ê destûrê nedin rewakirina cînayetên jinan. Em ê ji her demê bêhtir xwedî li maf û jiyana xwe derkevin.

‘Parastina şoreşa jinan parastina aştiyê ye’

Jinên hêja; li dijî êrişên îqtîdara faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî maf û desteftiyên me, em di tevahiya salê de li kolanan bûn, em têkoşiyan û me li ber xwe da. Me got; ‘Her dem berxwedan, her dem azadî’ û me qadên 8’ê Adarê tije kirin. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ne bi paradîgmaya xwe ya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê bi vê îktîdarê da windakirin. Bi parastina destkeftiyên xwe em pergala xwe ya azadîxwaziya jinê ava dikin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in-xwe birêxistin dikin’ de em bi rêxistinên jinan re hatin gel hev. Li nav zeviyan, li atolyeyên tekstîlê û hwd. em li dijî kedxwariyê bi jinan re hatin gel hev. Li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariya li dijî jinê me li her derê têkoşîna xwe mezin kir. Li dijî qeyûmên îradeya jinan xesp kirin, em li dora paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê civiyan û me bi berxwedana xwe nîşan da ku dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Di 25’ê Mijdarê de me got ‘Em ji bo jiyana azad û wekhev biisrar in-li dijî tundiya mêrdewletê serî hil didin-li gel hev in’ û daketin qadan. Me got ku em li dijî siyaseta şer a îktîdara mêr serdest in û me careke din ji hemû cîhanê re ragihand. Niha jî ji bo aştiyeke birûmet, em li cem jinên pêşengtiya çalakiya nobetê ya ser sînor in.

Roj roja mezinkirina piştevaniya bi jinên Rojava re ye. Roj roja mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Parastina şoreşa jinan a Rojava parastina aştiyê ye. Parastina azadî û wekheviyê ye. Parastina jiyan û xwezayê ye. Parastina pêkvejiyanê ye. Banga me ji bo hemû rêxistinên jina ye; wer in em bi hev re li dijî siyaseta şer derkevin, ji bo avakirina aştiya bi pêşengtiya jinan vê têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrişên ser jiyana nû ya bi pêşengtiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, em li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ hev bigirin û piştevaniya bi jinên rojavayî re mezin bikin. Gumana nîne ku bi vê bawerî û biryardariyê dê sala 2025’an ji bo me bibe sala avakirina aştiyeke birûmet.”