Halîde Turkoglu: Em destûrê nadin tu rêziknameya ku sûcdar diparêze

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglu diyar kir ku bi 9’emîn Pakêta Darazê re hewl tê dayîn destkeftiyên jinan bên desteserkirin û got: “Em ê destûrê nedin ku hûn êrişî mafên me yên hiqûqî û rêziknameya ku sûcdar diparêze, bikin”

Navenda Nûçeyan - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu têkildarî 9’emîn Paketa Darazê ya ku AKP-MHP’ê plan dikin pêşkeşî Meclîsê bikin, li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da. Halîde Turkoglu diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi salane her tiştê ku dixwaze bike, bi biryarnameyên xwe bi cih tîne û dike û bi taybetî dema ku qala mafên jinan tê kirin, torbeyên xwe tije dikin.

‘Bi pakêtên darazê destkeftiyên jinan tên desteserkirin’

Halîde Turkoglu diyar kir ku welat bi qanûnên ku ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hatine derxistin, bi lîstina çarenûsa gel, ciwan û jinan di torbeyan de tê birêvebirin û got: “Mixabin welat bi vî rengî tê birêvebirin û destkeftiyên me jinan bi van qanûnên giştî têne desteserkirin. Di nava qanûnên giştî û pakêtên darazê de yên ku heta niha hatine meclîsê, rojekê jî maddeyek ji bo jinan tune? Gelo maddeyek ku xizanî û bêkariya jinan ji holê rabike, dernakeve?”

‘Pakêtên darazê tundiya li ser jinê têr dike’

Halîde Turkoglu bi bîr xist ku tenê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û got: “Li vî welatî di nava 24 saetan de 7 jin tên qetilkirin, gelo ji van qanûn û di pakêtên darazê de  ji bo pêşîgirtina li vê qetlîamê qanûnek parastinê heye? Em dizanin ku tune ye. Em ji vê yekê matmayî namînin. Em li dijî vê têdikoşin. Em dizanin ku 9’emîn Pakêta Darazê ya ku tê gotin wê di demeke nêz de bînin Meclîsê jî li dijî mafê jinê ye. Di paketên darazê de hemû madeyên li dijî jinan tundiyê têr dike.”

‘Em rê nadin vê yekê’

Halîde Turkoglu da xuyakirin ku bi 9'emîn Pakêta Darazê re hewl hatiye dayîn di Zagona bi hejmara 6284'an de ku destkeftiyên jinan diparêze de guhertin bên kirin û got:

“Qanûn dibêje; Ger sûcdarê ku der barê wî de biryara tedbîrê heye, berovajî daxwazên biryarê tevbigere, bi biryara dadger ji 3 heta 10 rojan cezayê bi zorê tê xwestin, her çend ev kiryar sûc be jî. Ger ev kiryar sûc be jî, dibe ku sûcdarê tundiyê were cezakirin. Wateya vê yekê jî îfadeya jinê esas tê girtin. Tê wateya mîsogerkirina ewlehiya jiyana jinan. Guhertina ku tê xwestin ku di pakêta darazê de were çêkirin tam nîşanek e ku 6284 çawa tê xwestin ku were qut kirin. Di pêşnûmeya nefermî de diyar kirin ku ji bo vekirina îtîrazê li hemberî ‘hepsa bi zorê’ dixwazin guhertineke biçûk bikin. Em baş dizanin ku ev guhertinên biçûk ên ku ev hikûmet dixwaze di qanûnan de bike, jiyana jinan çiqas nerênî bandor dike. Em ê destûrê nedin vê.”

‘Destê xwe ji 6284’an vekişînin’

Halîde Turkoglu got: “Em carek din bang dikin destê xwe ji qanûna 6284’an vekişînin. Mafê ku me bi têkoşînê qezenç kir nahêlin bê binpêkirin. Heke îktîdar dixwaze sererastkirinek bike divê qanûnên ku jinan diparêze derxe. Her wiha bi têkoşînê em rê nadin sererastkirinên ku kiryaran diparêz e.”

‘Em ê nehêlin hûn me bi mêran diyar bikin’

Halîde Turkoglu, bal kişand ser betalkirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a bi hinceta ku di Qanûna Medenî de “jina ku bizewice dê paşnavê mêrê xwe bigire” rêgeza wekheviyê binpê dike û wiha got:

“Ew îdia dikin ku jin piştî zewacê paşnavê xwe bikar tîne yekitiya malbatê xira dike. Em baş dizanin ku li vir mijara sereke ne berjewendiya zarok e. Armanca vê rêziknameyê ew e ku mêr ê ku serweriya malbatê jê re hatiye dayîn xurt bike. Dîsa naxwaze jinê li tu derê malbatê bibîne. Newekheviya zayenda civakê kûrtir dikin, di danasîna jinê de bi rêya mêr israr dikin û dixwazin vê polîtîkayê pêk bînin. Li vir em dîsa hişyar dikin, jin nîvê vê civakê ye. Em ê nehêlin hûn me bi mêran diyar bikin. Em careke din bi bîr tînin ku her rêziknameya ku bêyî rêxistinên jinan were kirin ne temam û xelet e, em ê ti carî qebûl nekin.”

‘Îdeolojiya hikûmetê tunehesibandina jinan e’

Halîde Turkoglu di dawiyê de ev tişt got: “Lê belê em baş dizanin ku hûn polîtîkayên ku xizmetê dide jinan na afirînin. Ji ber ku di îdeolojiya îktîdarê de tunehesibandin û kedxwarî heye. Zêdebûna tundiya li hemberî jinan, qetilkirina jinan, xizaniya jinan, êrişên li hemberî destkeftî û mafê jinan ji ber polîtîkayên îktîdarê pêk tên. Em carek din hişyar dikin; dev ji polîtîkayên serdestiya mêr û tundiya li hember jinê diparêzin berdin. Derbarê maf û jiyanê de em ê biaxivin û biryaran bidin. Bijî têkoşîna jinan.”