Haje Taha: Divê dayîk û bav derûniya ciwanan fêm bikin
Derûnînas Haje Taha, diyar kir ku divê dayîk, bav û mamoste bi ciwanan re bibin heval, bi wan re biaxivin û got: “Fêmkirina derûniya ciwanan girîng e. Ji ber ku ciwan li nasnameyên xwe digerin.
ŞILÊR KOYE
Koye – Ciwan, ji bilî zexta kesane û desthilatdariya li ser wan tê sepandin, ji ber pêşkêtinên xwe yên zihnî jî di pêvajoya mezinbûna xwe de bi pirsgirêkên cûrbecûr re rû bi rû dimînin. Gelek caran bi pirsgirêkên malbatî û civakî re têdikoşin.Derûnînas Haje Taha, der barê pirsgirêkên ku ciwan bi wan re rûbirû dimînin de ji ajansa me re axivî.
Zehmetiyên herî girîng ên balixbûnê
Haje Taha, da zanîn ku beşa berpirsiyarê kontrolkirina hest û hîs ên mejiyê ciwanan, hê bi tevahî bi pêş neketiye û got: “Ji ber vê yekê, ciwan dikarin bi berdewamî bi xeletî û tevliheviyê re rûbirû bimînin. Pirsgirêkên herî berbiçav ev in; bikaranîna zêde ya telefonên desta, platformên medyaya dîjîtal û derketina pirsgirêkên civakî yên ji ber têkiliya bi kesên nenas û biyanî re. Di destên piraniya ciwanan de telefona destan heye. Yek ji sedemên vê yekê ew e ku beşên hestiyarî yên beşa pêşîn a mêjî hê bi tevahî bi pêş neketine. Ji ber vê yekê, dibe ku ciwan her gav nikaribin tevger û hestên xwe kontrol bikin, bi mirovên xelet re têkilî daynin û ji ber medyaya dîjîtal pirsgirêkan bijîn.”
Haje Taha, destnîşan kir ku ciwan meyldarên teqlîdkirinê ne û axaftina xwe wiha domand: “Bikaranîna zêde ya telefonê, heta derengiya şevê hişyarmayîn û îsrarkirina li ser ramanên xwe ji bo dayîk û bavan pirsgirêkên hevpar in. Lê belê ev yek gelek caran taybetmendiyên xwezayî yên balixbûnê ne, ji ber ku ciwan li nasnameya xwe digerin. Dayîk û bav gelek caran zarokên xwe li gorî nifşê xwe dinirxînin. Di vê heyamê de ji bo ciwanan gotinên hevalan, ji şîretên dayîk û bavên wan girîngtir dibe.”
‘Divê dayîk û bav derûniya ciwanan fêm bikin’
Haje Taha, diyar kir ku ger dayîk û bav derûniya zarokên xwe fêm bikin, ew ê bizanibin ku gelek ji pirsgirêkên bi wan re rûbirû dimînin heta radeyekê asayî ne û wiha axivî: “Ji ber ku ciwan di vê heyamê de li nasnameyên xwe digerin û dem bi dem hestên wan diguherin. Guhertinên bilez ên bedenî jî di ciwanan de dibin sedema fikaran. Lê belê yek ji mezintirîn pirsgirêkên civakî ev e ku dayîk û bav carna wan wekî "zarok" û carna jî wekî "mezinan" dibînin. Ev yek dibe sedem ku ciwan vê pirsê bipirse, “Ez zarok im an mezin bûme?" Her çendî ciwan bi fîzîkî mezin bibin jî pêşveçûna wan a derûnî, hestiyarî û civakî hê berdewam dike. Heyama ciwaniyê heta temenê 12-18 salî û di hinek rewşan de jî heta 22 salî ye.”
‘Tundî bi tundiyê nayê çareserkirin’
Haje Taha, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tirs, cezayên zêde û tundî ne çareserî ye û got: “Divê dayîk û bav, mijarên olî û qanûnî fêrî zarokên xwe bikin, wan hînî rêzgirtinali mezin û mamosteyên xwe bikin. Divê serxwebûn jî ji ciwanan re were dayîn. Divê ciwan werin teşwîqkirin ku bi pereyê xwe pirtûkan bikirin, tiştên nû biafirînin û berjewendiyên xwe bişopînin. Divê heta radeyekê azadî ji ciwanan re were dayîn û bi aramî bi wan re were axaftin. Li şûna ku hewl bidin wan bi zorê biguherînin divê bi sebir nêzî wan bibin. Tirs, cezayên zêde û tundî ne çareserî ye. Tundî bi tundiyê nayê çareser kirin.
‘Divê bi perwerdeyê re zanist jî hebe’
Haje Taha, axaftina xwe wiha domand: “Divê mamoste ne tenê dersan bidin, di heman demê de divê guh bidin xwendekarên xwe, pirsgirêkên wan fam bikin û alîkariya wan bikin da ku kesayetiya xwe bi pêş bixin. Ji bilî perwerde û zanînê, terbiye û rêberî jî girîng in. Lewma divê mamoste berî dersê bi xwendekarên xwe re sohbetên kurt bikin û hewl bidin bibin hevalên wan. Civak jî divê dema kêmasiyên ciwanan dibîne, bi gotinên dijwar şermezar neke. Ji ber ku şikandina ciwanek ,dikare di hundurê wê/wî de hêrs û nefretê ava bike û ji aliyê derûnî ve bibe sedema kesayetiyek nebaş. Lewma li şûna ku em ciwanan bişkînin divê hewl bidin wan fam bikin û wan aresteyî riya rast bikin.”
‘Axaftin wekî toveke di axê de tê çandin e’
Haje Taha, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez jî dayika du ciwanan im. Li gorî min divê dayîk û bav bi zarokên xwe re bibin heval û bi wan re rûnin. Dema ku salên xwe yên ciwaniyê dijîn divê em jî li gel wan rûnin û bi wan re eleqedar bibin. Fîlmên ku jê hez dikin, bi hev re temaşe bikin. Ez bi xwe vê yekê dikim. Ez bi wan re rûdinim. Ger pirsgirêkek wan hebe, xwediyê tevgerên nexweş bin an jî dereng şiyar bibin, ez dîsa jî li gel wan dimînim. Ez her gav vê yekê dibêjim, axaftin wekî toveke ku di axê de tê çandin e. Wê rojek şîn bibe û li wir bimîne. Her çendî niha ciwan bin jî bandora wê dê dema mezin bibin derkeve holê. Lewma divê em wekî dayîk û bav, pişta xwe nedin zarokên xwe lewre dayîk û bav ji zarokan û ji civakê berpirsiyar in."