Gulten Akgul piştî 31 sal şunde ji girtîgehê derket

Girtiya 31 salan, Gulten Akgul serbest hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Gulten Akgul ku 31 sal in girtiyê ji Girtîgeha Jinan a Şakranê, piştî du taloqkirinan hat berdan. 

Berdana Gulten Akgul berê di 19'ê Hezîrana 2024'an û 19'ê Sibata 2025'an de ji aliyê Lijneya Înfazê ya Girtîgehê ve hatibû taloqkirin. Gulten Akgul îro ji girtîgehê hat berdan û ji aliyê berpirsên navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û endamên TUHAYDER'ê ve hat pêşwazîkirin.