“Gulê li peyî xwe heskirin û têkoşîn hêla”

Bi boneya salvegera Gulê Selmo ya di berxwedana taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest daye, rêhevala wê Fatma Hesen da zanîn ku Gulê li pey xwe hezkirin û mîrasekî tijî têkoşîn ji me jinan re hişt.

 
SARA ŞÊX HESEN 
Heleb- Yên ku dibin sedema serkeftin, parastina destkeftî û nirxên şoreşan dayik in, dayik û şoreş ji hev du qut nînin. Dayik hemû derfetên xwe dixe xizmet û parastina civakê de û nîşanên sembolî li pey xwe dihêlin. Mînaka wê jî dayika Gulê Selmo ye ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di sala 1961’an de li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya bajarê Efrînê- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hatiye dinê. Gulê di nava malbateke kurdperwer û welatparêz de mezin dibe. Ew jineke zewicî bû zarokên wê tune bû, lê zarokên taxa Şêx Meqsûd hemû weke zarokên xwe dîdît. Dayika hemû zarokên taxê Gulê bi têkoşîna xwe dihate nasîn. 
Xebatê xwe li Helebê dida meşandin û weke Endama Yekîtiya Star hate erkedar kirin. Di sala 2012’an de rejîma Sûriyê êrîşî ciwanên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kir. Di 10’ê adara 2012’an de dema dayika Gulê di nava xebatê de bû li taxa Şêx Meqsûd a xerbî ji aliyê rejîma Baas ve rastî êrîşê hat. Di encamê de Gulê bi qasî sê rojan di nexweşxaneyê de li ber xwe da û paşê di 13’ê adara 2012’an de jiyana xwe ji dest da. Çîroka têkoşîna wê heya niha di nava taxa Şêx Meqsûdê de tê gotin û hemû dayikên taxê ji bo domandina xebata wê di nîvî de hêlayî kar dikin. Têkildarî mijarê rêhevala Gulê Selmo, Fatma Hesen behsa têkoşîna wê kir. 
 “Gulê sembola têkoşîna me jinên taxê ye”
Fatma behsa keseyeta Şehîd Gulê Selmo kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi boneya salvegera şehadeta Gulê Selmo em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Dîlgirtina Rêber Apo di sala 1999’an de bandoreke mezin li ser keseyeta Gulê çêkir û bi wê wesîleyê tevlî xebatê dibe. Gulê kesayeteke pir zelal û paqij bû,  ji dil û can karê xwe dida meşandin. Ji bo xizmeta civakê di nava kar de bû, ew kesayeteke pir vekirî bû ji bo pêşketinê her dem bi îsrar bû. Ruxmî hemû zor û zehmetiyan wê karê xwe bi cesareteke pir mezin dikir, tirsa wê ji serweriya Rêjîma Sûriyê qet tune bû. Gulê gelekî ji zarokan hezdikir, di haman demê de jî gelek girîngî dida ciwanan.  Wê digot ‘Dive em ciwanên xwe bi rêxistin bikin ta ku şoreşa me bi rêve bibin û xeyalên me pêk bînin’.  Me berê xwe bida kîjan deverê Gulê beriya hemûyan li cihê kar bû. Em mil bi mil bi hevdu re bûn. Pirsgirêk çaraser dikirin bi islûbekî xweş nêz dibû bêyî ku tu kes jê êş bikşîne. Her dem gotina ev bû ‘Pêwîst em ji bo azadiya Rêber Apo û hemû jinan tevbigerin’. “
“Gulê  mîrasek mezin li peyî xwe hêla”
Berxwedaniya Gulê Selmo bû serkeftina taxa şêx Meqsûd. Fatma bi van gotinan dewam kir: “Gulê têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa dida meşandin. Hezkirina wê ji şêniyên Şêx Meqsûd re bû sedema serkeftina taxê. Jineke xwedî ruhekî civakbûnê bû. Armanca wê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo bû, rêxistinkirina jinan û civakê, her wiha ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşiya. Gulê yekem şehîda jin di hundirê bajarê Helebê de mîrasekî pir mezin li pey xwe hişt. Bi şihadeta wê  re li taxa Şêx Meqsûd serhildanek mezin çêbû. Şehadeta wê î pir bandor li min kir.”
 “Em jin tola Gulê li erdê nahêlin”
Fatme di dawiyê de soza pêkanîna xeyalên rêhevala xwe da û wiha bi dawî kir: “Gulê ji bo jin azad bibe, her dem di nîqaşên xwe de behsê êşa jinan û pêwîstiyên bi têkoşînê dikir. Xeyalên wê em ê pêk bînin, em şopedarên wê ne û hemû jinên ku ji bo vê dozê canê xwe feda kirine. Di 17’ê Tebaxa 2015’an de komînek bi navê Gulê selmo hate vekirin û di 5’ê Gulana 2018’an de çerxereyek li taxa Şex Meqsûd bi navê wê hate avakirin. Tola Gulê li erdê namîne, me soza hevaltiyê pêre daye. Em ê li têkoşîna hevala xwe derkevin.”