‘Guherandina zagona rewşa kesane mafên jinên Iraqê binpê dike’

Çalakvan û sekretera Kombenda Jinên Iraqê Şemîran Odîşo Merokel teqez kir ku sazkirina zagona rewşa kesane ya heyî dê krîzên nû li Iraqê bi xwe re bîne.

RECA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Jinên li Iraqê li dijî guhertina Qanûna Rewşa Kesane têkoşîna xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku mafên wan tên binpêkirin û diyar kirin ku bi guhertinê re jiyana jin û zarokan tê binpêkirin.

Di sala 1959’an de li Iraqê Qanûna Rewşa Kesane ya hejmar 188 hate qebûlkirin. Di zagona 188'an de ji bo ku di mijarên malbatê de yekitiya hiqûqê bê misogerkirin, hemû zewac di çarçoveya dadgeha sivîl de hatin kirin û zewacên li derveyî dadgehê jî sûc hatin dîtin. Temenê zewacê 18 sal hat diyarkirin û şert û mercên tund li ser pirzewacê hatin danîn. Ji bo bidestxistina mafên zarok û jinan, maddeyên der barê xwedîkirina zarokan, mîras û dewacê de hatin zêdekirin.

Ji bo nîqaşkirina vê û bandorên muhtemel ji van sazkirinan li ser rastiya jinan her wiha keda kombenda ji bo xurtkirina mafên jinan û parastina wan di rûbirûbûyîna zehmetiyên heyî de tê dayîn ajansa me bi sekretera Kombenda Jinên Iraqê û çalakvan û rojnamevan Şemîran Merokel re hevpeyvîn kir.

Qonaxên zagona rewşa kesane tê re derbas bûne çi ne? Gelo redkirin ji bo wê hebûn yan na? Çawa bandorê li jiyana jinên Iraqê kir?

Eger em vegerin jêderên dîrokî yên ku hiştin zagona rewşa kesane derkeve em ê bibînin ku hewldanan di sala 1925’an dest pê kirine. Bi xwe ew sala ku yekem destûr ji Iraqê re bi navê "zagona sereke" derketiye heta ku fermaneke wezaretê derket digot divê komîteyek nivîsandina zagona rewşa kesane di sala 1945’an de derkeve. Karê komîteyê bi salan berdewam kir lê belê bi sedema rewşên siyasî projeyê berbewam nekir. Wezareta Edaletê komîteyek di 7’ê Sibata 1959’an de ava kir ji bo careke din zagona rewşa kesane deyne.

Derxistina zagonên ji bo parastina mafên jinan di nava armancên Kombenda Jinên Iraqê ya di sala 1952’yan de hat damezrandin bû. Ew jî di bin dirûşma "Kombenda Parastina Mafên Jinan" de bû. Di kongreya yekemîn a di sala 1959’an hat lidarxistin de navê xwe yê nû girt ji ber jinan mafên xwe yên rewakirina zagonê ji aliyê pispor û zagonnas û rûspiyan ve girtibûn.

Jinan ev zagon pêşwazî kirin ji ber kar li ser birêxistinkirina jiyana wan a civakî kir û mafên jin û zarokan û hevsengiya civakî parast her wiha ferq û cudahî nexist navbera netewe ol mezheban li welat. Lê belê weke zagonên din jî ji aliyê hejmarek aliyan ve hat redkirin di nav wan de jî zilamên oldar ên fetwa li ser mijara ku zagon li dijî şerîeta îslamê ye derxistin. Fetwayên mîna nabe kar pê bê kirin derxistin lê belê di rastiyê de redkirin bi mijara belavkirina mîras û rakirina zewaca duyemîn bi destûra dadwer ve girêdayî bû.

Zagonê tomarkirina peymana zewacê li derveyî dadgehan qedexe kir û diviyabû raporên tibî ji dadgehê re werin pêşkêşkirin ji bo selametiya jin û mêr ji nexweşiyan werin parastin her wiha zewaca bi zorê qedexe ye. Li aliyekî din jî edalet ji bo jineke ku bi awayekî kêfî dest ji mêrê xwe berdaye û ji ber wê zirar dîtiye li gorî rewşa mêrê pê re zewicîbû tawîzên madî digre û temînata mafê bicihbûnê heta 3 salan. Her wiha zagonê gelek sedem ji bo hevberdanê danîne ji bo alîkariya jinan were kirin dema zirar ji berdewamiya zewacê dît jihevberdanê bi dest bixe.

Çima zagona rewşa kesane di dema niha de gelekî girîng e û sazkirina wî hat redkirin?

Ji ber ku ji bo jinan adil e. Sazkirina heyî dê zirarê bide mafên jin û zarokan her wiha dê nasnameyên mezhebî derxe û yekitiya neteweyî ji hev bixe.

Armanca ji sazkirinê ew e ku zirarê bidin rastiya jinan û krîzên nû ava bikin. Aliyên kar li ser vê pêşinyarê kirin ber bi mezhebên Şiî û Sunî ne. Di demekê de ku zagona rewşa kesane ya sala 1959’an yek ji zagonên di avakirina saziya dewleta Iraqê ya nû de bû alîkar û yekser bi bingehên rewa re temam bû bêyî xwe bispêre mezhebeke din.

Eger biryara sazkirinan were qebûlkirin dê civak ber bi sepandina nasnameya mezhebî ve biçe û wekheviyê li pêşiya zagonê ya ku madeya 14’an ji destûra Iraqê gotiye rake. Her wiha ji aliyê qanûnî ve sazkirinên pêşniyarkirî ber bi çêkirina desthilatdariyeke zagonî nû bi meclisa cîgiran ve hevseng e re dibe ku ew jî beşek ji desthilatdariya cîbicîkar e.

Cudahî di navbera mezheban de hene ji ber wê pêwîstiya me niha bi zagonên hemû cudahiyan di navbera xelkên bajêr de radikin heye ji bo mezhebên gelê Iraqê bibin yek. Mixabin tişta li Meclisa Cîgiran der barê sazkirinan de dibe jî li gorî lihevkirin û bazarên siyasî teng in û li ser berjewendiya welat û têkiliyên malbatî û mafên jinan jî teng in.

Hûn çawa zagona heyî cîbicîkirî dihêlin?

Kombenda jinên Iraqê bi hemû keda xwe kar li ser mayîna zagona heyî dike ew jî bi riya xwepêşandanan û lidarxistina panelan ji bo hişyarkirin û girîngiya parastina vê zagonê li derve û hundirê Iraqê ye. Her wiha pêşkêşkirina muzakereyên zagonî der barê vê mijarê de ji bo saziyên hikûmet û rêxistinên navdewletî re û teqezkirina rêzgirtina Iraqê ji lihevkirinên navdewletî re yên ku berê erka wan parastina mafên jinan û çêkirina hevkaran bi civaka sivîl re ye.

Eger zagon bi rastî pêwîstiya wan bi sazkirinan hebe divê ew sazkirin erênî bin li gorî berjewendiya malbata Iraqî bin.

Peyama tu dixwazî bidî jinên Iraqê çi ye?

Mafên jinên Iraqî bi riya berxwedan û berdêlan bi dest xistine Tevgera Neteweyî ya Iraqê û tevgera jinên Iraqê pêşkêş kirine û di zagona rewşa kesane de ev yek xuya kir ji ber wê divê em li hemberî hewildanên têkbirina vê zagonê bisekinin.

Girîng e mafên rewa yên zagon wan diparêze werin naskirin û lihevkirinên navdewletî yên di demên berê de Iraqê li ser îmze kirine yên parastina mafên jinan û mafên wan ên siyasî civakî û çandî diparêzin dikin. Em jî ji bo sazkirina hemû zagonên tundiya li dijî jinan berdewam dikin kar dikin û em li ser zagona têkoşîna li hemberî tundiyê dikin her wiha em di beşdariya di pêngava 188’an de ji bo parastina zagona rewşa kesane de berdewam dikin.