Gorên li Semsûrê yên di bin avê de man xira bûn

Goristana şaredariyê ya ku kesên di erdhejê de li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane bi awayekê komî lê hatibû veşartin, bi baranê zirarê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Li Semsûrê ku ji ber erdheja navend Mereşê de wêraniyek mezin jiyan kir bi deh hezaran kes di gorên komî de hatin definkirin. Li bajarê ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zelal nebû, bi barana zêde cihên goristanê ya hemwelatî bi awayekê komî hatibûn definkirin xira bû. Kevirên goran ket, textên ku wek kevirê gorê hatibû danîn hilweşiya.

Ji miriyan re rêz nehat dayîn!

Dema ku cenaze ji bin kavilan hatîn derxîstîn destpêkê li korîdorên nexweşxaneyan hat rawestandin. Paşê bi seyareyên cenazeyan ku bi awayek komî hatin rakirin, rakirin morgê û li vê derê hatin rawestandin. Piştî morgê vê carê jî bi gorên ku bi kepçeyan hatibû vekirin bi awayekê komî hatin definkirin. Li ser textên li ser goran jî li şûna navan hejmar hatin nivîsandin. Li navenda bajar ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane çar qadên cûda yên hatin avakirin tijî bû, li goristana şaredariyê tenê 5 hezar kes hat definkirin.

Xizmên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji bo ji hev derxistina goran texte danîn ber serê goran, hin malbat jî li ser keviran nav, cil ango tiştên aîdî kesên ku jiyana xwe ji dest dane danîn ser goran. Goristana ku her kevirê wê xwedî çîrokek cûda ye bi barana ku di hefteyên dawî de barî xira bû. Li goristana ku texte û kevir ketin li hin goran komên axê çêbû.

Ji bo Weqfa Diyanetê li goristanê cih hat cûdakirin!

Li goristana ku zirarek mezin dît endamên Weqfa Diyanetê ya ji roja destpêkê ya erdhejê vir ve li goristanê ne û ji bo wan cihek cûda hatiye veqetandin jî hene. Endamên weqfê ji bo dayîkên ku digirîn dibêjin ‘negrîn’ û ji bo malbatên ku tên serdana gorsitanê timî daxuyaniya ‘qederê’ didin.