Goreke din a komî li Şengalê hat dîtin

Li Sîba Şêx Xidir a Şengalê, dema çêkirina rê karkeran goreke komî dîtin. Nayê zanîn ka hestiyê çend kesan di wê gora komî de hene.

Navenda Nûçeyan- Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê komkujiyeke mezin li Şengalê kirin û bi dehan gorên komî li pey xwe hiştin. Heta niha jî çarenûsa bi hezaran Êzidiyan ne diyar e.

Piştî zêdebûna vegera Şengaliyên koçberbûyî ya li cih û warê xwe, hikumeta Iraqê jî dest bi çêkirina rêyên li herêmê kir. Îro li Komelgeha Sîba Şêx Xidir a li başûrê çiyayê Şengalê rê dihate sererastkirin. Karkerên ku rê çêdikirin goreke bi komî dîtin. Nayê zanîn bê hestiyê çend kesan di wê gorê de hene.

Heta niha tenê 55 gorên kom hati vekirin

Bi vî rengî hejmara gorên komî yên li Şengalê bû 93 ku bi dehan kes di wan goran de hatine veşartin. Heta niha tenê 55 gorên komî hatine vekirin, ku 38 gor jî hîn mane.