Gohar Eshghî ji Alî Hamaney re got: Tu nikarî li vî welatî çi dixwazî bikî

Dayika Sattar Beheshtî, Gohar Eshghî, di peyama xwe ya Newrozê de ji Alî Hamaney re wiha got: “Îran ne mîrata bavê te ye, tu nikarî li vî welatî çi bixwazî bikî.”

Navenda Nûçeyan- Dayika Sattar Beheshtî, nivîskarek blogê û di Mijdara 2012’an de li Îranê di bin çavan de hat qetilkirin Gohar Eshghî, di peyameke bi dîmen de xitabî Alî Hamaney kiribû de wiha got: "Hûn û hevkarên te yên sûc xizmetkarên Îranê ne."

‘We guh neda ciwanên ku we xwîna wan rijand’

Gohar Eshghî di peyama xwe ya bi dîmen de diyar kir ku Newroz, dema hilweşandina Komara Îslamî ye û wiha got: “Alî Hamaney, gotinên dayikeke lavayî cidî bigre. We guh neda ciwanên ku we xwîna wan rijand, we hemû ciwan kuştin. We şîn bi dayikan da girtin, înşaallah hûn ê bên tunekirin.”

Gohar Eshghî di berdewamiya peyamê de bal kişand ku Alî Hamaneyê ji Îranê û dîroka wê nefret dike û wiha axivî: “Dewleta Îranê dê hilweşe, 11 sal in dengê min nehat qutkirin, hûn jî nikarin qut bikin