“Girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin berdin”

Nobeta edaletê ya ji hêla xizmên girtiyan ve hat destpêkirin di roja 232’yan de berdewam dike. Xizmên girtiyan ên li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê hatin gel hev, daxwaz kirin ku girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatiye şewitandin bên berdan.

Amed - Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de ya ku bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja 232’yan de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê berdewam kir. Endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) jî tevlî çalakiya îro bûn.

Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Şakranê girtî ye Herdem Merwanî di çalakiya nobetê de axivî û wiha got. "Hemû civak  heman dexwazê dike. Muxatabên me guh nedan me. Meclîs malbatan li kuçeyan hiştin û çûn betlaneyê. Gelo wijdan ev e? Her kes guhên xwe ji daxwazên me re girtin e. Ev 8 meh in em li kolanan heman daxwazên xwe dubare dikin. Em dibêjin êdî bes e. Em zêde tiştek naxwazin. Em serbestberdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin dixwazin.”

Herdem spasiya kesên ku piştgirî dane wan kir.

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Maf, hiqûq û edalet" û "Bijî berxwedanê zindana" bi dawî bû.