Girtiyên nexweş li Girtîgehên Tîpa R terkî mirinê tên kirin

Parêzer Rihan Gok, bal kişand ku rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa R bi tenê tên hiştin roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Girtîgehên tîpa R tecrîda li dijî girtiyên nexweş zêdetir dike. Girtî nikarin tu pêdiviyên xwe bi cih bînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Şert û mercên girtiyên nexweş ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj zehmetir dibin. Li girtîgehên ku bi hezaran zêdetir girtiyên nexweş û bi sedan girtiyên nexweş ên giran tên girtin, girtî nikarin xwe bigihîjînin hem mafên xwe yên tenduristiyê û hem jî jiyanê. Girtîgehên Tîpa R jî ji bo girtiyên nexweş, tecrîdê zêdetie kûrtir dike.

Girtîgehên Girtî yên Tîpa R yên bi armanca rehabîlîtekirina kesan hatine vekirin û li Tirkiyeyê li du cihan hene, yek ji cihên ku girtiyên nexweşên giran tên şandin e. Sekretera Giştî ya Komîsyona Şopandina Girtîgeha Baroya Amedê parêzer Rihan Gok, çavderî û şopandinên xwe yên têkildarî van girtîgehan parve kir û bal kişand ku li girtîgehan pirsgirêkên pir cidî yên akût û kronîk hene. Rihan Gok, diyar kir ku bi taybetî ji bo girtiyên nexweş rewş di asteke cidî de ye û da zanîn ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "Dikarin di girtîgehê de bimînin" re şert û merc girantir dibin.

'Raporên ATK'ê ji derveyî aqil in'

Rihan Gok, diyar kir ku raporên tên dayîn ne hiqûqî ne jî zanistî ne, bi sedemên siyasî tên dayîn û di berdewamiya axaftina de wiha got: “Em raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweşên giran tên dayîn ji derveyî aqil dibînin. Dîsa raporên ATK'ê yên tên gotin 'nikare di girtîgehê de bimîne' jî rastî astengiyên dozgeriyê tên. Piştî vê redkirinê, ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan şert û mercên zehmetir derdikevin pêş. Ev jî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyên nexweş binpê dike. Dîsa ji ber ku girtiyên nexweş di ketina nexweşxaneyê de rastî lêgerîna li nava dev û muayeneyên bi kelepçe tên, gelek caran nikarin mafê xwe ya dermankirinê bi kar bînin. Ev yek nîşan dide ku çiqas bêperwa nêzî mafê jiyanê dibin.”

'Girtiyên nexweş nikarin kursiya bi teker jî bi dest bixin’

Rihan Gok, da zanîn ku Girtîgehên Tîpa R yên tê îdiakirin ji bo girtiyên nexweş hatine avakirin, derfetên tên gotin nayên misogerkirin û destnîşan kir ku girtîgehên Tîpa R ji bo girtiyên nexweş ne ​​di şert û mercên guncaw de ne. Rihan Gok, diyar kir ku girtiyên nexweş li girtîgeha ku gelek pirsgirêk tên jiyîn, bi tena serê xwe tên hiştin û ev rewş bandoreke xerab li ser nexweşiya mirovan dike û wiha got: “Girtiyên nexweş bê refaqet dimînin û tevî ku di rewşeke nikarin lêgerîn û pêdiviyên xwe bi cih bînin de ne jî ji bo wan refaqetek nayê dayîn. Piranî kesên di odayê de nexweş in. Her du alî jî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Li vê derê kursiya bi teker û pêdiviyên medîkal ên bi vî rengî yên divê ji bo kesan bên misogerkirin hene lê ev yek di çarçoveya piştgiriya civakî de nayên nirxandin û ji aliyê xizmên girtiyên nexweş ve tên peydakirin.”

'Girtiyên nexweş dixwazin ji Girtîgeha Tîpa R derkevin'

Rihan Gok, bal kişand ku li girtîgeha Tîpa R hem qawîş û hem jî şert û merc, jiyana girtiyên nexweş hêsan nakin û diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş en nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, paqijiya odeyê jî tê hiştin. Rihan Gok, da zanîn ku girtiyên nexweş di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn û wiha got: “Girtiyên nexweş ên girêdayî kursiya bi teker û nivînan, nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, ji derveyî aqil e ku mirov paqijiya odayê bi girtiyan re bide kirin. Ev jî pêkanînek xerab e ku bi awayekî pergalî tê meşandin. Şert û merc wisa xerab in ku girtiyên di Tîpa R de tên girtin, dixwazin derbasî girtîgehên asayî bibin. Girtiyên nexweş, anîn ziman ku hevalên wan ên li girtîgehên din li wan dinêrin û li gorî Tîpa R zêdetir pêdiviyên xwe pêk tînin. Di rastiyê de divê berovajî daxwazê be lê ji ber ku daxwazên wan nayên bicihanîn girtî naxwazin li wê derê bimînin. Ev jî vê yekê ava dike, girtiyên nexweş li wê derê di bin tecrîdê de tên girtin. Dîsa weke tê îdiakirin girtîgehên tîpên R ji bo girtiyên nexweş ne ​​guncaw in."

'Divê gavên mayînde bên avêtin'

Rihan Gok, bal kişand ser girtiyên nexweşên giran û temenê wan mezin ên wek Hanîfe Arslan, Makbule Ozer û Besra Erol ên li girtîgehê tên girtin û anî ziman ku ev pêvajo wijdanê civakê birîndar dike û divê jinên ku di misogerkirina pêdiviyên xwe de zehmetiyan dikşînin bên tehliyekirin. Rihan Gok, bang kir ku pêwîst e di vê mijarê de gavên bi bandor bên avêtin û têkoşîneke hevpar bê meşandin û wiha got: “Divê STK, hemû hiqûqnas û doktor di vê mijarê de bi hestiyar bin. Bila di vê pêvajoyê de xebateke bi bandor bê meşandin. Biryarên têkildarî girtiyan tên dayîn ne hiqûqî, siyasî ne. Divê têkildarî vê yekê têkoşîneke cidî bê meşandin. Em di vê xalê de bi serlêdan û îtirazên xwe li dijî binpêkirinan têkoşîna hiqûqî didomînin lê divê ev têkoşîn zêdetir bê mezinkirin û bigihîje çareseriyeke mayînde.”