Girtiyên li girtîgehên Îranê piştgirî dan kampanya dijî darvekirinan

24 girtiyên li girtîgeha Kehunc ya Kirmanê, piştgirî dan kampanyaya ‘Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ û xwestin cezayê darvekirinê were rakirin.

Navenda Nûçeyan – Piştgiriya ji bo kampanyaya “Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ ku ji aliyê komek girtî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê 24 girtiyên li girtîgehên bajarokê Kehunc ya ser bi bajarê Kirman, piştgirî dane kampanyayê.

Hate gotin ku girtiyên ku piştgirî dane kampanyaya dijî darvekirinê, xwestine cezayê darvekirinê were rakirin.