Girtiyên jin ên li girtîgeha Meşhed Vakil Abed dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî ên jin ku li qawîşa 6’yemîn a girtîgeha Meşhed Vakil Abed tên ragirtin ragihandin ku li dijî zextên fîzîkî û psîkolojîk ên ku rastî tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.
Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî ên ku li girtîgehên Îranê tên girtin, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bi awayek sîstematîk ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û rastî zextên fîzîkî û psîkolojîk tên.
Girtiyên siyasî ên jin ku li qawîşa 6’yemîn a girtîgeha Meşhed Vakil Abed tên ragirtin bi armanca protestokirina şert û mercên xirab yên li girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Koordînasyona Rêxistinên Çanda Îranê ve hat dayîn de ev tişt hate gotin: “Girtiyên jin ên li girtîgeha Meşhed Vakil Abad dimînin ji mafên xwe yên bingehîn bê par hatine hiştin, ji 5’ê Kanûnê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e. Deriyê girtîgehê, bêyî daxuyaniyekê hatiye girtin, li girtiyan revîr jî di nav de xwegihandina xwarinpêj, salona werzîşê, atolyeyên perwerdê û derfetan hatine qedexekirin. Girtiyên siyasî ên jin ku li qawîşa 6’yemîn ya girtîgeha Meşhed Vakil Abed tên ragirtin bi awayek sîstematîk dibin zexta psîkolojîk dene. Jinên girtî bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê, sozên sexte yên efuyê, pêkanînên cezaî jî di nav de şert û mercên girtîgehê protesto dikin.”
Rastî zextan tên
Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîka diyarkir ku di qawîşa 6’yemîn ya girtîgeha Meşhed Vakil Abad de 4 jin lê tê girtin, agahiya ku yek ji van jinan jî Farzaneh Karahasanlou ye parve kir. Konseyê wiha got: “Jinên girtî destnîşan kirin ku qada qawîşa ku lê dimînin teng û sînordar e, ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û bi awayek fîzîkî û psîkolojîk rastî zextan tên.”