Girtiyên jin ên li Bakirkoyê ketin greva birçîbûnê
28 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê diyar kirin ku ji 27'ê Kanûnê û vir dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine.
Navenda Nûçeyan- Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dimînin, diyar kirin ku girtiyên nexweş nayên dermankirin, girtî bi tenê di hucreyan de bi cezayên giran tên girtin, ewlehiya jiyanê nemaye ji ber wê jî dest bi greva birçîbûnê kirine.
28 girtiyên jin ku bal kişandin ser gelek binpêkirinên mafan û mirina bi guman a li girtîgehan, ragihandin ku ji bo şermezarkirina bûyerên hatine jiyîn, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine. Girtiyên jin têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Kanûnê de dest pê kir ev daxuyanî dan:
“Di nava hefteyek de 7 darbest ji zindanan derketin”
“Bi salan ji girtîgehan li pey hev tabût derdikevin. Di meha Kanûnê de Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdûlrezak Şuyur, Îlyas Demîr, Vedat Erkmen û Salîh Tûgrûl hatin qetilkirin. Ev mirina bi guman ji bo hemû girtiyên siyasî xemeke mezin e. Divê ev sedema vê mirina bi guman bê ronîkirin û berpirsyar bên darizandin. Em di şexsê 7 şehîdan de hemû şehîdên zindanê bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê mîrateya wan a berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî girtiyên nexweş nayên dermankirin, cezayên giran tên dayîn, ewlehiya jiyanê ya girtiyên di hucreyê de ne nemaye û wiha hat gotin: “Eşkere ye ku heta li hemberî van rewşan bertekên tund neyên danîn, wê înfaz neyên sekinandin.”