Bi boneya 9’e mîn salvegera Komkujiya Parîsê hin jêgirtin ji jiyana Sakîne Cansiz
Bi boneya nehemîn salvegera Komkujiya Parîsê û hedefgirtina îkonên azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Kongra Star a Lubnanê der barê Sakîne Cansiz û sedema hedefgirtina wê de semînerek organîze kir. Axaftin ji aliyê seroka Komeleya Jin, Buşra Elî ve hat dayîn û bi riya zoomê bi seroka Komeleya Çanda Newrozê û nûnera Kongra Star li Lubnanê Hanan Osman re hevpeyvîn hat kirin
CAROLIN BAZZI
Beyrûd- Buşra Elî ya ku beşa yekem a bîranînên Sakîna Cansiz a bi navê "Jiyana Min Hemû Şer bû" wergerandiye ku ji sê beşan pêk tê wiha dibêje: "Em nikarin mafê naskirina Sakîne Cansiz bi temamî bidin. Ew keça Dêrsimê ye ji bakurê Kurdistanê ye û di nav sînorên Tirkiyeyê de ye, bajarekî ku hatiye asîmîlekirin, tirkbûyîn lê hatibû ferzkirin û navê wê bûye "Tencelî." Ev nav sembola siyaseta çewisandinê ye ku Tirkyeyê li dijî gelê Kurd ê Dêrsimê dimeşîne, pêşî ji ber dîroka serhildanan, ya duyem jî ji ber ku piraniya kur û keçên Dêrsimê ji mezhebê elewî ne ku endamên wê ji berê ve û heta niha ji aliyê dewleta tirk ve hatine çewisandin.”
Sakîne ji zarokatiya xwe ve xwedî ruhê serhildanê ye û li dijî urf û edetên kevneperest, li dijî cudakarî û cudahiyên civakê serî hildaye. Buşra Elî wê wekî volkanek dînamîk, jîndar û berdewam a serhildanê li dijî her tiştê ku ew bi mantiqa xwe re nabîne bi nav dike.
Ew bêtir li ser karakterê wê diaxive û dibêje: "Dema ku dest bi dibistanê kiriye, bi materyalên xwendinê re serê wê tevlihev dibe û ji lixwekirina kincên çanda Kurdî şerm dikir. Dema ku bi bavê xwe re diçe Ewropayê û bi nifşê yekemîn ê tevgera rizgariya Kurdistanê ya hemdem ku hîna PKK’ê ava nekiribû nas kir, ji kesayet, helwest û tevgera wan, bi bandor bû û piştre dest bi lêgerîna xwe kir. Ji ber ku ji cil û bergên xwe yên kevneşopî şerm dikir, ji xwe şerm dikir û her wiha şerm kir ku wê çawa ji diya xwe ya ku bi tirkî nizanibû şerm dikir lê dema ku tevgerê nas kir, xwe sûcdar kir.”
Li ber astengiyên civakê teslîm nebû û li hemberî diya xwe ya ku dixwest wê li ser perwerdeya klasîk û di nava qalibên civakî de mezin bike serî hilda. Ji ber ku ew keç bû cudakariya zayendî red kir. Dixwest serxwebûna aborî bi dest bixe lewma xwendina xwe bi xerca xwe ya taybet temam kir, nexwest li ser mesrefa bavê xwe bijî û bixwîne.
Têkilî bi hemû çîn û astên rewşenbîrî re danî da ku baweriya wan bi dest bixe û doza ku pê bawer bû ku ew doza gelê Kurd bû bi pêş bixe û êş û azarên gelê Kurd ji wan re şîrove bike.
"Ji ber vê sedemê Sakîne Cansiz hat tepisandin”
Buşra Elî sê xalên ku bûne sedem Sakîne Cansiz bikeve bin zilmê, anî ziman. A yekem ew bû; ji ber ku ew jineke rastî zilmê hatibû û li dijî wê serî hildabû. Ya duyemîn jî ji ber ku Kurd bû û ya sêyemîn jî ji ber ku elewî bû. Ji ber vê yekê wê ev zextên ku dîtibûn hemû di bîra xwe de berhev kir û di forma volkanek serhildanê de teqand.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Sakîne ji bo xizmeta şoreşê bike bi pismamê xwe re zewicî. Di tevgerên çepgir de zewaca bi navê şoreşgerî hebû û ji ber vê yekê wê di vê zewacê de rizgarkirina ji bendên malbatî dît. Lê dema zewac ji bendên malbatê dijwartir dît, li dijî zewaca klasîk serî hilda, ji hevserê xwe veqetiya û bi Partiya Karkerên Kurdistanê re dest bi şoreşgeriyê kir.”
Li ser vê yekê wiha dibêje: "Wê nifşê yekem ê koma rewşenbîrî ya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ya hemdem bi riya komeke biçûk ji xwendekarên zanîngehê yên ciwan ên xwenda ku li Dêrsimê xaniyek li nêzî mala wê kirê dikirin, nas kir. Ew ji adet, reftar û rûmeta wan xortan bi bandor bû, bi birayê xwe re serdana wan dikir da ku wan nas bike, paşê bi wan re dest bi gotûbêjeke rewşenbîrî kir. Yekî ji wan pirsî ka çima tu naxwînî, ji ber ku tu xwendekara zanîngehê yî, pirsê ew ecêbmayî hişt ku di wan rojan de kesek dê vê pirsê ji jinekê bike. Di hevdîtinên xwe yên bi wan re, wê dît ku ew li ser mijarên weke serxwebûn, rizgarkirina Kurdistanê, jin û mafên wan û pêwîstiya wekheviya di nava gelan de diaxivin û piştre jî ew di nava vê komê û hizrên wê de ma.”
Wê amaje bi wê yekê jî kir ku: "Serhildana Sakîne Cansiz a li hemberî rastiya ku wê li ber xwe dide, xala hevpar a ku wê bi vê koma ku ji herêmên cuda hatin cem hev, bi ramanên wê yên li ser sosyalîzm, azadî û welatê Kurdistanê pêşkêş kir. Wê ramana sosyalîst nas kir lê bi nêrîneke cuda ji partiyên ku gotinên wan nêzî dirûşman bûn. Dema ku diçe Enqereyê, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tîne û reftar û kesayetiya wî ya dilnizm gelekî bala wê dikşîne, ji bilî karîzma û gotinên wî yên li ser jinan ku digot; riya azadiya civakê di riya azadiya jinan de derbas dibe. Jixwe wê demê Partiya Karkerên Kurdistanê nehatibû avakirin, tenê komek bîrdozî bû. Di kongreya damezrîner a PKK'ê de 23 kes beşdar bûn û tenê 2 ji wan jin bûn, Sakîne Cansiz û Kesîre Yildirim.”
Di hişyarkirin û rêxistinbûna jinan de rola Sakîne Cansiz
Wê bal kişand ku Sakîne Cansiz kesayeta ku rêxistina jinan a taybet û nîvî serbixwe di nava tevgera rizgariya Kurd a hemdem de damezrand. Ew yek ji çalakvanên jin ên yekemîn bû ku hizir li ser avakirina komên hişmendiya jinan kir. Dema ku ev fikir pêşkêşî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin, dît ku ev fikir pir baş e û ji wê xwest ku vê yekê pêk bîne, ji ber ku em dixwazin azadiya civakê veguherînin azadiya jinan û rayeya tam ji bo xizmetkirina vê mijarê da wê di destpêka salên heftêyî de.
Buşra Elî tîne ziman ku fedakarî û xwefedakirina Sakîne Cansiz û hevriyên wê ji baweriya welatekî ku navê xwe Kurdistan e, baweriya bi teoriya sosyalîst ku bingeha wekheviya di navbera hemû gelan de ye, wekheviya zayendî û jiholêrakirina çînan û cudakariya nijadî derketiye.
Li gorî Buşra Elî tişta ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ji hev cuda kiriye ew e ku di navbera raman, prensîb û pratîka ku Sakîne Cansiz bi hev re damezirandibû pira ferqê ye. Ew dibêje ku Sakîne û hevriyên xwe civakê mal bi mal, jin û xort, hişyar kirine ji ber ku her binpêkirina vê nepenîtiyê dikaribû bi girtinê bi dawî bibe.
Binçavkirina Sakîne Cansiz
Buşra Elî wiha diyar kir: "Sakîne Cansiz piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî di bîst û yek saliya xwe de hat girtin û li yek ji herî xirabtirîn girtîgehên Tirkiyeyê, girtîgeha Amedê hat girtin ku li hemberî hemû girtiyan pêkanînên hovane yên herî xerab dihatin kirin. Lê tevî ku di zindanê de bû jî teslîm nebû, ji dadgehê netirsiya, berevajî wê parastina siyasî kir û ji bo azadî, wekhevî û rakirina cudakariya çînî têkoşiya. Tişta ku Sakîne Cansiz cuda dike ew e ku ew bû çavkaniya kêf, moral û hêzê û ji bo jinên di girtîgehê de û bû hêza pêşeng. Di dema binçavkirinê de bi rûbirûbûna girtiyên di girtîgehê de tif kir rûyê wî û jê re got: ‘Ez ji te natirsim.’ Wê berxwedana di girtîgehên Tirkiyeyê de dît, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ezmûna hilgirtina çekan ceriband û bû jineke têkoşer.
Buşra Elî diyar dike ku dema Sakîne Cansiz gihîşt çiyayên Kurdistanê, dawiya sala 1991’ê bû ku şerên dijwar diqewimîn. Operasyona leşkerî ya yekem di nav PKK’ê de hebû ku ew jî operasyona Bêrîtan Dêrsim bû, li dijî ruhê xiyanetê û partiyên ku şerê PKK’ê dikirin, li ber xwe da.
Piştî vê operasyonê Rêber Abdullah Ocalan tezeke girîng derxist holê ku operasyona Bêrîtan Dêrsim îsbat kir ku jinên Kurd bi rastî jî di qada leşkerî de dikarin bibin pêşeng. Ya herî zêde pêgirê vê tezê bû Sakîne Cansiz bû, di avakirina artêşa jinan de di nava artêşa giştî ya şervanên Kurd de xwedî roleke aktîf bû. Wê Di nava şaneyên giştî de şaneyên şer ên jinan ava kir û di avakirina vê artêşa bi navê Hêzên Star de roleke girîng lîst. Di piraniya operasyonên leşkerî de ji bilî birêxistinkirina refên şervanên Kurd, disîplîna wan û girêdana wan bi hişmendiya fikrî û siyasî ya van şervanan re, rola Sakîne Cansiz di danasîna taktîkên leşkerî de hebû û digot ku bê fikir çek nabe.
Qetilkirina Sakîne Cansiz
Sakîne Cansiz ji bo xebatên siyasî û dîplomatîk bike berê xwe da Ewropayê, cihê rawestgeha wê ya dawî li navenda paytexta Fransa, Parîsê bû. Li wê derê bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re rastî êrîşeke çekdarî hat, ev êrîş bi navê Komkujiya Parîsê ket rûpelên dîrokê.
Buşra Elî behsa bûyera sûîqestê dike û çend hûrgiliyên beriya kuştinê wiha vedibêje: "Di sala 2007'an de di navbera Tirkiye û Fransayê de li ser PKK’ê rêkeftineke ewlehiyê hebû.
Beriya bûyera kuştinê, Tirkiyeyê daxwaz ji Fransa û welatên din ên Ewropayê kiribû ku endamên PKK’ê radest bikin. Fransayê red kir ji ber ku ger di raya giştî de wiha bikira, wê xwe eşkere bikira. Di heyama yekser beriya vê qetliamê de, bi taybetî di dawiya sala 2012'an û destpêka sala 2013'an de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd piştî Peymana Osloyê ku demeke dirêj der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de veşartî ma, dest bi diyalogê kir. Mebesta destpêkirina diyaloga rasterast di navbera dewleta tirk û Rêber Abdullah Ocalan de hebû û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşeriyek Ocalan hebû ku di dema daxwaznameyên xwe de derxistibû û di pirtûkek bi navê “Nexşeya rê” de derxistibû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Di wê demê de rayedarên tirk diyar kirin ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane çareser bikin lê pê re komkujiya Parîsê çêbû.”
Buşra Elî der barê sedema hedefgirtina Sakîne Cansiz de jî wiha dibêje: "Ji ber ku ew yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye. Ya duyemîn Fîdan Dogan nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye ku sîwana yekitiya Kurdan e, ya sêyemîn jî Leyla Şaylemez nûnera ciwanan e. Ji bo demê jî hemû hewldanên çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê hedef digre.”
Piştî qetlîamê, Rêber Abdullah Ocalan nirxand ku hewldanên aştiyê yên ji bo doza Kurd hatine hedefgirtin, nêzîkatiya Ocalan a aştiyane jî bi hedefgirtina Sakîne Cansiz hat hedefgirtin.
Seroka Komalên Jin dinirxîne ku hêzên cîhanê yên emperyalîst ku Tirkiye jî di nav de ye, hêza jinan a di dema serhildanê de dizane, ji ber wê jî Sakîne Cansiz jî di nav de jinan qetil dikin, dikujin û rastî tecawizê tên.