Girtiya siyasî Somaye Raşidî ji ber xemsariya girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Girtiya siyasî Somaye Raşidî ku ji ber rewşa wê ya tendrustiyê xirab bû şandibûn nexweşxaneya Mofatteh Buramîn, piştî 11 rojên tedawiyê ji ber xemsariya rayedaran mir.

Navenda Nûçeya – Li girtîgehên Îranê, girtî rastî şertên xirab ên mîna mirin û sersariya tibî tên. Nebûna xizmetên tenduristiyê, kêmaniya dermanan û nebirina nexweşxaneyan, rê li ber mirina wan vedike.

Piştî 11 rojan bi nexweêiyş re jiyana xwe ji dest da

Somaye Raşidî ya ku li girtîgeha Qerçekê dihat girtin, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê giran bû, rakirin nexweşxanaya Mofatteh Buramîn. Lê êdî pir dereng bû û piştî 11 rojan Somaye îro li nexweşxanayê jiyana xwe ji dest da.

Rastiya bêyerê veşartin

Saziyên medyayê yên fermî nûçe piştrast kirin, lê belê behsa mudaxeleya dereng mayî, nekirin. Van saziyan ragihandin ku mirin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên beriya were girtin bûye.

Di mehên dawî de Somaye Reşidî dem bi dem bi atiyê diket. Lê belê her carê dereng sewqî navendên tibî dihat kirin. Dema rewşa wê ya tenduristiyê giran bû, ew şandin nexweşxaneya Buramînê. Bîjîşkan, diyar kirin ku asta hişmendiya wê pir kêm bû û hêviya başbûna wê tuneye. Tevî vê jî tektîkên baş nehatin kirin. Rayedarên girtîgehê rewşa wê ya tenduristiyê wek tiryakêbinav kirin û tenê dermanê rihetbûnê didanê. Ev nêzîkatiyên sersar, bûn sedem ku rewşa Somaye giran bibe û bikeve komayê.