Girtiya nexweşa penceşêrê Fatma Ozbay nayê dermankirin

Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girtin, tevî nexweşa penceşêrê ye, kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin.

Navenda Nûçeyan- Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakran Alîagaya Îzmîrê tê girtin û tevî di lîsteya girtiyên nexweşên giran de ye nayê dermankirin. Fatma Ozbay a 28 sal in girtî ye û ji ber penceşêra pêsîrê li beşa Onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê tedawî dibe, kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin. Fatma Ozbay a ji ber nexweşiya xwe 6 mehan carekê diçe kontrolê herî dawî piştî di meha Îlonê de kontrola wê hat kirin piştre nebirin beşa têkildar. Fatma Ozbay a bi riya parêzerên xwe agahî da malbata xwe diyar kir ku tevî hemû hewldanan tedawiya wê nayê kirin.

Zexta psîkolojîk lê hat kirin

 Fatma Ozbay, da zanîn ku têkildarî mijarê dema ji bo derengmayînên beriya niha bi daxwaznameyê serî li midurê yekemîn dida daxwaza wê dihat bicihanîn lê di van demên dawî de bi tu awayî daxwaza wan nehatiye bicihanîn. Fatma Ozbay, bi zext û zorê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê hat kirin, nebirin beşa têkildar ku tedawiya wê lê tê kirin û ji ber qeyda wê li vê nexweşxaneyê jî tunebû bêyî ku tiştek bikin, wê birine girtîgehê. Fatma Ozbay, anî ziman ku di vê pêvajoyê de zexta psîkolojîk lê hatiye kirin.

Ji bilî nexweşiya penceşêra pêsîrê, di qirika wê de nodul, nexweşiyên vertîgo, fitiqa piştê û stû û girêdayî penceşêrê helandina hestiyan hene. Hat diyarkirin ku dermanên Fatma Ozbay ji ber penceşêrê bi kar tîne dibin sedem ku hestiyên wê qels bibin û ji ber vê yekê metirsiya ku hestiyên wê bişikên hene.

Malbata Fatma Ozbay diyar kir ku tedawiya keça wan a 28 sal in tê girtin nayê kirin, bi taybetî nexweşiyeke weke penceşêrê nikare di şertên girtîgehê de were dermankirin, ji ber tedawiya keça wan tê astengkirin zexta psîkolojîk jî bandoreke nebaş li pêvajoyê dike. Malbatê anî ziman ku ji bo tedawiya Fatma Ozbay di şertên bi tendurist de bê kirin divê were berdan.