Girtiya nexweş Shakila Monfard li dozgeriyê rastî îşkenceyê hat

Shakila Monfard a ku ji bo demekê ji bo dermankirinê venegere girtîgehê serî li dozgeriyê da, rastî îşkenceyê hat û hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Shakila Monfard a ku di 22'ê Hezîranê de ji ber nexweşiya mîdeyê bi 5 rojan betlaneyê ji girtîgehê derketibû, ji bo daxwaza dirêjkirina betlaneya xwe ya ji bo dermankirinê beriya ku betlaneya wê biqede, dîsa hat girtin.

Shakila Monfard  a ku rastî îşkenceya fîzîkî hat û heya ku destê wê xwîn bibe rastî îşkencêyê hatiye got: “Serokê dozgerê destê min ji paş de kelebçe kir û şîmaq li min xist.” Shakila Monfard  a ku li girtîgeha Evînê girtiye tiştê ku jiya bi nameyek wiha anî ser ziman:

“Li nexweşxaneya Merad piştî ku min endoskopî kir ez çûm cem Dozgeriya Heremê ya 8’an û Dozgerê heremê  Masoumeh Shaghaghi. Ez û bavê xwe rastî heqeratan hatin. Nexweşiya mîn ya mîdê heye û ji ber ku pêvajoya dermankirina min hîn xelas nebûye divê hinek lêkolîn bihata kirin. Ez bi bavê xwe re bi daxwaz ku destûra betlane were zêde kirin çûn cem dozgeroyê. Bavê min ji ber li dozgeriyê de min parast di telefona min de reqema bavê min jê birin, heqaret kirin û rastî şîdetê hatim. Hemû berpirsiyar dozger Masoumeh Shaghaghi ye.”

Shakila Monfard, di berdevamiya nema xwe de got ku bi kefaleta 1 milyar Tûmenî di havîna sala 2023’an de ji Girtîgeha Êvînê ji bo emeliyeta kevirê ziravê  ji girtîgeha Êvînê bo nexweşxaneya Talexanî ya Tehranê hatiye veguhestin hatiye dayîn û beriya ku pêvajoya saxbûnê bi dawî bibe şandine girtigehê.