Girtiya nexweş Hanîfe Arslan: Ez bawer nakim ji vir sax derkevim

Rewşa girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan roj bi roj girantir dibe. Hate zanîn ku Hanîfe Arslan a ku gelek nexweşiyên wê hene, di hevdîtina xwe ya dawî de ji keça xwe re wiha got: "Ez bawer nakim ji vir sax derkevim.”

 Wan- Hanîfe Arslan a 76 salî ku li Wanê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt, ji sala 2022'an û vir ve di girtîgehê de ye. Girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û nexweşiya KOAH, şekir û tansiyonê pêre heye. Serlêdana taloqkirina înfazê ya parêzeran jî di mehên borî de bi gotina ‘dikare girtî bimîne’ hat redkirin. Hate zanîn ku Hanîfe Arslan a ku di vê pêvajoya hate jiyîn de li girtîgehê hem zextên derûnî û hem jî tenduristiyê jiyan dike, di hevdîtina duh ya bi keça xwe re wiha got: “Ez bawer nakim ji vir sax derkevim.”

Ji aliyê gardiyanan ve rastî tacizên devkî hatiye

 Hanîfe Arslan ku hewil dide ji bo derbazkirina bilindbûna tansiyon û ser êşê serê xwe  bixe bin ava sar, hate zanîn ku li revîra girtîgehê jêre wiha hatiye gotin; "Em nikarin her tim berxwe bidin tê.” Girtiya nexweş a di lingên wê de pirsgirêk heye, ji ber tuwaletên erdê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hate diyarkirin ku li nexweşxaneya çûye ji aliyê gardiyanan ve rastî tacîzên devkî hatiye û ji ber di meşa xwe de zehmetî dikêşe daxwaza sendelyeyê bi tekel kir jî lê nayê dayîn. Hanîfe Arslan ku dema tê hevdîtinê xwe bi diwaran  digre, gelek caran li nexweşxaneya ku ji bo muayeneyê diçe bêyî muayene cardin dişînin girtîgehê. Damarên Hanîfe Arslan a ku ev 40 sal in nexweşa şekire nermbûna demaran winda kiriye. Di laşê Hanîfe Arslan a ji derveyî  nexweşiya şekir nexweşiya wê ya hîpertansiyon jî heye de, apse hene. Hanîfe Arslan a ji ber nexweşî û êşên çokên xwe nikare bimeşe, ji ber pirsgirêk û êşên li girtîgehê dijî di xew kirinê de zehmetiyan dikêşîne.

 Hanîfe Arslan: Ez bawer nakim ji vir sax derkevim

 Reyhan Oren a duh çû hevdîtina dayika xwe, destnîşan kir ku rewşa dayika wê her roj xeratir dibe û dayika wê ji ber êşên xwe bi awayek fizîkî û derûnî têk çûye û wiha got: “Rewşa wê gelek xirab bû û hevîya xwe windakiriye. Bi rastî qet ne baş bû. Digot ‘ez ji vir sax dernakevim’. Divê rewşa wê hertim di rojevê debe, ji derveyî vê tu encam nayên girtin. Em jî dixwazin dayika xwe ji wir bigirin. Tevî dermanên digre jî rewşa wê nebaş e. Me rewşa wê ya tenduristiya danî aliyekê, êdî wek derûnî rewşa wê nebaş bû. Li vir nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî li wir bi cih bîne. Got ‘ez bawer nakim ji vir sax derkevim.’ Ez nafikirim ku ez bi saxî ji vir derkevim. Divê tu kes vê yekê bi dayikek û malbatekê nede jiyîn. Dayika me bê sûc di girtîgehê de ye. Yekane daxwaza me berdana dayika min e. Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh e.” Hanîfe Arslan a di dîroka 26’ê Çileyê de encama serlêdana malbat û parêzerên xwe birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê, rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ hate dayîn.