Girtiya Îranî ji mafên xwe yê serke bê par tê hiştin

Hate ragihandin ku girtiya siyasî Nergîz Mensurî ya li girtîgeha Evînêtê girtin, ji mafên xwe yên sereke bê par tê hêlan. Nergîz Mensurî ji du dosyeyên cuda bi 8 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkumkirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvanên Mafê Mirovan ên li Îranê li gorî agahiyên ji kesûkarên girtiya siyasî û çalakvana sivîl Nergîz Mensurî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, girtîn têkildarî rewşa li girtîgeha Evînê hinek agahî parve kirin. Hate diyarkirin ku girtiya siyasî Nergîz Mensurî ya li girtîgeha Evînê, ji mafên xwe yên sereke yên weke peywendîkirin, hevdîtina li gel malbatê û destûra pizîşkî bê par tê hiştin.

Her wiha hate destnîşankirin ku guman tê kirin Nergîz Mensurî Nergarz bi nexweşiya penceşêra rehmê ketibe û ev yek fikarên malbata wê zêde kiriye. Çalakvanan ragihandin ku Nergîz Mensurî beriya demekê li dijî rewşa xirab ya qawîşên jinan, dest bi grevê kiribû.

Di sala 2022’an de hatibû girtin

Girtiya siyasî Nergîz Mensurî ji dû dosyayên dadweriyê bi 8 sal cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin ku beşek ji cezayê xwe derbazkiriye. Her wiha di navbera salên 2019’an heta 2024’an de Nergîz mensurî  gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bi tometên ‘civîn û komploya li dijî ewlehiya Îranê’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ hatiye cezakirin.

Di meha Gulana sala 2022’yan de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştre şandin qawîşa jinan ya li girtîgeha Evînê. Her wiha di meha Adara 2023’yan de Nergîz Mensurî destûra bijîşkî wergirtibû û piştî emeliyata wê, ew cardin birin girtîgehê.