Girtîgehên Îranê veguherî cihê mirinê
Li gorî rapora Girtîgeha Mezin a Tehranê, girtiyên Bloka 5’an ragihandin ku di sala borî de herî kêm 30 girtiyên darayî ji ber nebûna bijîşkên pispor û pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Malpera Nûçeyan a Îran Watch, di nûçeya xwe têkildarî Girtîgeha Mezin a Tehranê de diyar kir ku sala borî li girtîgehê nêzî 30 girtiyên darayî, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û kêmbûna bijîşkên pispor jiyana xwe ji dest dane.
Bi taybetî girtiyên li Bloka 5’an, ji şert û mercên xirab, qerebalixî û nebûna paqijiyê û şert û mercên hîjyenê gilî dikin. Qawîş pir tijî ne; gelek girtiyan neçar dibînin li erdê, li korîdoran û li qadên îbadetê razen. Girtiyan, diyar kirin ku rayedar tenê hin deveran kontrol dikin û rewşa giştî paşguh dikin.
Nan û xwarinên ku li girtîgehê tên dayîn, pir bêkalîteyê. Tenê di rojên kontrolkirinê de şert û merc demkî tên baştir kirin. Girtiyan, destnîşan kirin ku rûxmê pirsgirêkên tenduristiyê, nikarin xwe bigihîjin bijîşkan û daxwazên wan piranî caran tên paşguh kirin.
Tenê di navbera 21 û 25’ê Îlonê de, li girtîgehên Qerçek û Yezdanê piraniya wan jin herî kêm 5 girtî ji ber xemsariya bijîşkî jiyana xwe ji dest dan. Somaye Raşidî jî demek dirêj nikarî xwebigihîne dermankirinê, dereng sewqî nexweşxanê hate kirin û piştî 11 rojan jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer, li ser medyaya civakî û di nava aliyên mafên mirovan de bû sedema nerazîbûnek mezin. Gelek kes vê bûyerê mîna “cînayet bi zanebûn û hêdî" bi nav kirin.
Girtîgeha Qerçekê: Îşkencexane
Girtîgeha Qerçekê ya li Îranê girtîgeha herî mezin a jinan e, hertim bi binpêkirinên mafên mirovan re tê rojevê. Ji ber li herêmekî dûr a çolê cihdigre, serdanên malbatê zehmete û ev yek jî tenêtiya girtiyên jin zêde dike. Li girtîgehê li salonên ku beriya niha mîna cihê mirişkan dihat bikaranîn re zêdetirê 600 jin hatine xistin. Ava kêm e û nayê vexwarin, xwarin xirab e, paqijî û xwegihandina dermanan nîne.
Gelek ji jinên li girtîgehê dijîn, xwedî nexweşiyên kronîk ên mîna şekir, tansiyona bilind, nexweşiya dil e. lêbelê îlaç nayên dayîn û sewqî girtîgehê nayên kirin. Qawîşên karantiyanê pir qerebalix in; di her salonê de 200-300 kes hene, piraniya girtiyan li erdê xew dikin û ji bo tuwalet û hamamê dikevin rêzê. Bêhna kanalîzasyonê, kêzik û mişkan, bûye perçeyek a jiyana rojane ya girtiyan.
Zextên bi tund ên li dijî girtiyên siyasî
Di 2’ê Tîrmeha 2025’an de, di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê de, 71 girtî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê, gelek girtiyên jin bêyî agahiya malbatên xwe û wergirtina dermanên xwe sewqî Girtîgeha Qerçekê hatin kirin. Di dema sewqkirinê de kelemçe û zincîr hatin bikaranîn. Jin, li salonên bêyî hewadar û paç ên dişîbe febrîqayê tên ragirtin. Bi malbatan re têkilî hate qûtkirin û bi temamî têkiliyên bi cîhana derve re hate qûtkirin.