“Girtî hem ji aliyê gardiyan hem jî ji aliyê midûr ve tên derbkirin”

Xizma girtiyan Ayşe Akin, bal kişand ser zext û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girti ya Hejmara 1'ê ya Amedê tê kirin û diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya bi girtîgehê re kurê wê daye zanîn ku gardiyan her roj girtiyan derp dikin.

Amed - Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Ewlekariya Bilind a Amedê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Girtiyên ku anîn ziman her tim serdegirtin li qawîşên wan tên kirin û tên derp kirin, di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi malbatên xwe re bang li wan kirin ku li hemberî binpêkirinên mafan û îşkenceyê bêdeng nemînin. Ji xizmên girtiyan Ayşe Akin bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Eger em xwedî li wan dernekevin dê hemûyan bikujin".

Ayşe Akin hevdîtina telefona ku duh (14'ê Nîsanê) bi kurê xwe Abdulmerîk Akin ê di Girtîgeha Jimare 1'ê de dimîne re axivî vedibêje, diyar kir ku girtî li girtîgehê bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tên. Ayşe Akin diyar kir ku li gorî agahiyên kurê wê daye, gardiyanên ku her roj bi ser qawîşekê digrin û girtiyan li erdê kaş dikin, wan derp dikin. Ayşe Akin agahiya girtiyên ku tên derp kirin pişt re dibin gel midûrê girtîgehê û li wir jî ji aliyê midûrê girtîgehê ve ji tê derp kirin parve kir.

"Girtiyan tazî dikin û îşkence dikin"

Ayşe Akin anî ziman ku kurê wê yê girtiyê nexweş ji ber ku ferzkirina lêgerîna hundirê dev qebûl nake nebirin nexweşxaneyê û axaftina wiha domand:

“Her roj li girtîgehê êrîşî wan dikin û derp dikin. Wan tazî derp dikin, cilên wan jî nadin. Girtiyan dixin hucreya yek kesî û nahêlin kes bi kesî re biaxive. Di hevdîtina telefonê de jî nahêlin silavê bidin hev. Kurê min got em van zextan qebûl nakin, her roj ji navbera me kesek distînin û diyar kir ku ew e dest bi greva birçîbûnê bikin. Di hundir de îşkence heye, tu xirabiya ku li wan nakin namîne.”

"Ger em xwedî dernekevin, dê bikujin"

Ayşe Akin bang li xizmên girtiyan kir û wiha got: “Ne di xema kesên din de ye jî. Lê cegera me dişewite, em wekî malbat dengê xwe ji vê re derxin û biçin ber girtîgehan. Ger em xwedî dernekevin dê hemûyan bikujin.”