Girava Panamayê ji ber guherîna avhewayê tê valakirin

Girava Gardî Sugdub a ku beşek ji arşîpela San Blas a li peravên Karayîp ên Panamayê ye, ji ber bilindbûna asta deryayê tê valakirin.

Navenda Nûçeyan - Gunasên ku li Gardi Sugdub, giraveke biçûk a li peravên Karayîp a Panamayê dijîn, ji ber bilindbûna asta deryayê tên derxistin.

Xelkê Gunas dê li herêmek nû ya li bejahiyê bên veguheztin û 2 kîlometre dûrî giravê ye, ku ji hêla hikûmetê ve bi lêçûna 12 mîlyon dolarî hatî çêkirin. Karbidest û zanyarên hikûmetê plan dikin ku ji ber bilindbûna asta deryayê di salên pêş de 63 civatan veguhezînin cihên nû. Ji aliyê din ve rayedarên Wezareta Xanî ya Panamayê ragihandin ku hinek kesan biryar dane ku heta roja ku girav bi ewle nebe dê li cihê xwe bimînin û diyar kir ku ew ê bi zorê van kesan ji giravê dernexinin.

'Divê hemû girav bên terikandin'

Rêvebirê Bernameya Çavdêriya Laşî ya Enstîtuya Smithsonian li Panamayê Steven Paton, diyar kir ku ev tevger "encamek rasterast a guherîna avhewa ya bi bilindbûna asta deryayê ye. "Bi navînî, giravan tenê nîv metre ji asta deryayê bilind in, û her ku ev ast bilind dibe, Gunasî zû an dereng neçar e ku tevahiya giravan biterikîne, hema bêje bê guman di dawiya sedsalê de an jî berî wê got.

Bahozên xurt hene

Gardi Sugdub li navçeya Guna Yala 366 metre dirêj û 137 metre fireh e. Ji bilî bilindbûna asta deryayan, guherîna avhewayê jî okyanûsan germ dike û dibe sedema bahozên bihêztir. Her sal bi taybetî di mehên Mijdar û Kanûnê de ji ber bayê xurt kolan tijî av dibin. Lêkolînek ku ji hêla Midûriyeta Guhertina Avhewayê ya Wezareta Jîngehê ya Panamayê ve, bi piştgirîya zanîngehên Panama û Spanyayê hate kirin, hate dîtin ku Panama ji ber zêdebûna asta deryayê, heta sala 2050’an dê ji sedî 2,01 ji axa xwe ya peravê winda bike.