Gelo çima jin li Başûrê Kurdistanê di pêvajoya aştiya siyasî de bêbandor in?
Li Başûrê Kurdistanê hêj di navbera partiyên siyasî de aştî nehatiye mîsogerkirin. Jin jî ji ber ku di mekanîzmayên biryargirtinê de cih nagirin û girêdayî biryarên rêveberên mêr in, nikarin di pêvajoya aştiyê de rolek bibandor bilîzin.
LAVE KORDE
Navenda Nûçeyan – Avakirina aştî û yekîtiyê ya di navbera partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de mijareke aloz e ku bi şert û mercên siyasî yên giştî, pergala partiyan û pozîsyona jinan a di mekanîzmayên biryardanê de re girêdayî ye. Paşxaneya vê mijarê û faktorên ku bandorê li rola jinên siyasî dikin, dikarin di bin çend sernavan de bên kurtkirin. Ya herî girîng jî ev e ku sîstema siyasî ya Başurê Kurdistanê bi piranî li ser bingeha çandeke eşîrî, malbatî û baviksalar a kûr dimeşe. Di avahiyên wiha de pêvajoyên navbeynkariyê yên dijwar, çareserkirina pevçûnên çekdarî û peymanên stratejîk wekî di bin "bandor û pozîsyona mêran" de têne dîtin. Ev rewş derbarê birêvebirina mijarên girîng ên aştiyê de, dibe sedema kêmbûna baweriyê ya bi jinan re.
‘Perçebûnên di navbera partiyan de avabûna eniyeke jinan a yekgirtî asteng dike’
Di piraniya partiyên siyasî yên Başurê Kurdistanê de, biryarên stratejîk ên der barê hevpeymanî, nakokî an jî aştiya di navbera partiyan de ji aliyê rêveberiya asta jorîn ku bi piranî mêr in ve tên girtin. Jinên di partiyan de bi gelemperî dilsozê xeta siyasî ya giştî û fermî ya partiyên xwe dimînin û nikarin li derveyî biryarên siyasî yên rêveberiya xwe gavên serbixwe bavêjin. Bi heman awayî, pêşbaziya xurt û polarîzasyona di navbera partiyên siyasî yên sereke de jin jî di nav de rasterast bandorê li hemû kadro û endamên partiyan dike. Ev perçebûn ji bo avakirina eniyeke jinan a yekgirtî ku dikare wekî navbeynkar di pêvajoya reform an aştiyê de bixebite, astengiyek e.
Li aliyê din, nebûna platformek an jî rêxistinek neteweyî ya bi bandor û serbixwe ku dikare jinan ji aliyên siyasî yên cûda di bin yek banî de bîne cem hev ku li ser mijara aştiya neteweyî bixebitin jî pirsgirêkek girîng e. Avahiyek wiha dikare piştrast bike ku berjewendiyên neteweyî li pêş berjewendiyên partiyan tên danîn.
Tevî van astengiyan di demên berê de, ji bo ku pira di navbera nêrînên parlamenterên jin ên ji komên cuda de bê vekirin, hewildanên takekesî û civînên hevbeş hatine lidarxistin. Lê belê bandora bihêz a pergala partiyan wekî astengiya sereke ya veguherîna van hewildanan a ji bo projeyek aştiyê ya rastîn maye. Jinên di partiyên siyasî yên Başurê Kurdistanê de dikarin bi pejirandina stratejiyên neteweyî û civakî yên ku ji berjewendiyên teng ên partiyê derdikevin, di nêzîkbûna di navbera YNK, PDK û partiyên din ên siyasî de roleke girîng û bibandor bilîzin. Ji bo bidestxistina vê armancê, sernavên sereke yên jêrîn dikarin bên çareserkirin:
- Avakirina eniyek neteweyî ya hevpar (Lobiya Jinan): Ji bo vê yekê divê di navbera jinên rêveber û parlamenterên ji PDK, YNK, Goran, Komel, Yekgirtû, Nifşê Nû, Helebset û partiyên din ên siyasî de toreke an jî tifaqek xurt bê damezrandin. Her wiha divê li şûna bernameyên xwe yên siyasî yên li ser bingeha "berjewendiya giştî û mafên mirovan" bibin yek.
- Bikaranîna dîplomasiya nerm: Divê civînên nefermî û dostane di navbera jinên rêveber ên ji partiyên siyasî yên cuda de bên organîzekirin ku qeşaya di navbera serokatiya wan de bihele. Divê hewl bê dayîn ku rageşiyên di medyayê de kêm bibin û gotûbêjên siyasî veguherînin zimanek aştiyane û neteweyî.
- Zexta li ser navendên biryargirtinê: Komên jinan ên cuda yên di parlementoyê de dikarin li ser pêşnûmeyên yasayên neteweyî bi hev re bixebitin û ji bo mêrên di parlementoyê de bibin mînak. Di heman demê de jinên rêveber dikarin di nava buroyên siyasî û rêveberiyên partiyên xwe de wekî nûnerên aqil û dengek lihevhatî tevbigerin û hewl bidin pêşî li biryarên tund bigrin.
- Xebata li ser xalên hevpar: Xebata li ser mijarên hevpar ên wekî pirsgirêkên civakî, aborî û jinan ên ku tevahiya civakê eleqedar dikin, dikare pirek ji bo hevkariya siyasî ava bike. Divê ji rêveberan re bê gotin ku yekîtî, yekane rêya parastina hebûna siyasî ya Başurê Kurdistanê ye. Divê ji bo avakirina lihevkirina di navbera partiyên siyasî de, bi rêxistinên civaka sivîl û çalakvanan re kampanyayên hevbeş, bên organîzekirin.
Ya girîng, divê aliyên siyasî nasnameyên jinan ên neteweyî û mirovî deynîn pêşiya nasnameyên xwe yên partî û bi armanca avakirina çanda diyalog û jiyana hevbeş, pozîsyonên xwe di navendên biryargirtinê de bikar bînin.